ENQERE - Fîlozof Alaîn Badiou, di nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandî de got, "Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin. Em heta dawiyê li cem te ne."
Alaîn Badiou ku bi helwesta xwe ya li dijî şer tê naskirin û weke yek ji girîngtirîn fîlozofên dijî ye, di 15'ê Gulana 2025'an de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand.
Badiou di nameyê de ku wî û Isabelle Vodoz bi hev re nivîsandine balê dikişînin ser dilsoziya bêdudilî ya Ocalan a ji bo lêgerîna heq, azadî û heqîqetê û her wiha tîne ziman ku daxwaza wî ya herî xurt ew e ku ji bo Ocalan kanalên ragihandinê werin vekirin.
Nameya Alaîn Badiou ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandiye wiha ye:
"Rêhevalê hêja Abdullah Ocalan,
Ez û Isabelle Vodoz ji bo nameya te şandiye em spas dikin. Mixabin ev belgeya kurt a ku di nav şert û mercên zehmet ên îroyîn de hatiye nivîsandin, têkildarî raman û çalakiyên te fikrek pir xurt dide mirov. Di nameyê de tiştekî ku di cîhana îro de kêm e û di formûla te de balê dikişîne heye: 'Min ti carî dest ji lêgerîna edalet, azadî û heqîqetê berneda û ez ê dest jê bernedim'. Lê belê gelek caran em rastî mînakên 'edaletê' yên bê heqîqet an jî 'heqîqet' ên bêyî azadiyê tên, ku daxwaza girêdana aktîf a navbera edalet, heqîqet û azadiyê pêşwazî nakin.
Her wiha em bi giringiya ku hûn li ser rewşa xirab ya jinan a li gelek welatan û li şûna mijarê tecrît bikin vê pirsgirêkê bi sosyalîzmeke nû re têkildar dikin û em jî di vê mijarê hesas in
Bi heman rengî em li hemberî gotina te ya, 'Li dijî êrîşên 'Modernîteya Kapîtalîst' û manewrayên emperyalîst hewl didim ji daxwaza jiyana alternatîf a gelan re bibim bersiv' jî bi heman hesasiyetê tevdigerin.
Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin.
Em heta dawiyê li cem te ne.
Alain Badiou
Parîs, 15.05.2025"
MA / Selman Guzelyuz