ENQERE - Bi boneya Cejna Qurbanê AKP'ê DEM Partî ziyaret kir. Di serdanê de hat gotin ku civak piştgirî dide pêvajoya heyî û li welat atmosfereke nû hatiye afirandin.
Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de heyeta AKP’ê serdana DEM Partiyê kir. Heyet ji Cîgirê Serokê Rêxistinên Civaka Sivî û Têkiliyên Bi Gel re Resûl Kurt, Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Şaxên Jinan a Navenda Giştî Tuba Ozdemîr û Endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya Şaxa Ciwanan Ozge Çelik pêk dihat.
Şande ji aliyê Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û endamên Meclîsa Partiyê Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan ve hate pêşwazîkirin.
Ji heyeta AKP’ê Resûl Kurt, behsa pêvajoya çareseriyê kir û destnîşan kir ku danîna çekan di nava civakê de bertekek cidî û erênî girtiye û got ku divê hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin. Kurt got, “DEM Partî piştgiriyek mezin da pêvajoyê. Divê mirov hurmetê li hev bigre û di nava yekîtî û xwişk-biratiyê de bijî. Em niha di serdemeke wisa de ne. Ev rewş me kêfxweş dike.”
Piştre jî li ser navê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, xwest ku cejn aştî û aramiyê bîne û got ku li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê kiriye. Tiryakî, diyar kir ku hewldanên hemû aliyan ji bo pêkanîna aştiyê girîng in û diyar kir ku ji ber ku AKP’ê di desthilatdariyê de ye, di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezintir dikeve ser milên wê.