ÊLIH - Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê û koçberî her diçe zêde dibe, nexweş neçar dimînin bi mehan li benda tedawiyê bimînin. Pisporên tenduristiyê destnîşan kirin divê xizmeta tenduristiyê bi wekhevî, berdestî, bêpere, bi zimanê dayikê, bi qalîte bê dayîn.
Encamên hilweşîner ên "Bernameya Veguherîna Tenduristiyê" ku AKP'ê di sala 2003'an de da destpêkirin, di salên dawî de her ku çû bandora xwe nîşan da. Li gel ku tundûtûjîya li dijî xebatkarên tendûristîyê zêde bûye, tenê di nav du salên dawî de bi hezaran kedkarên tendûristî derketine derveyî welat. Gihandina dermanan û wergirtina randevûyên nexweşxaneyê ji bo welatiyan veguherî îşkenceyê. Xebatkarên tenduristiyê gotin, "Nexweşxane veguheriye kargehan, nexweş jî weke muşteriyan tên dîtin."
PERGALA TENDURISTIYÊ
Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şerîf Demîr da xuyakirin ku şîdeta li hemberî kedkarên tenduristiyê ne bûyereke ji rêze ye û wiha got: "Zêdebûna şîdetê ya di xizmeta tenduristiyê de dewam dike, berhemeke polîtîkayên neolîberal e. Çeteya Yenîdogan mînakên çeteya stent, bazara dermanan, nedîtina dermanên kanserê û nebûna randevûyên heyî nîşaneyên wê yekê ne ku sîstema tenduristiyê hilweşiyaye."
Demîr diyar kir ku sîstema heyî ne ji bo gel û ne jî ji xebatkarên tenduristiyê ye û wiha got: "Çareseriyek nû pêkan e. Sîstemeke din a tenduristiyê pêkan e. Ji bo vê yekê bînin ziman, em çûn serdana nexweşxaneyan û hem bi pisporên tenduristiyê hem jî bi gel re axivîn. Pêwîste hikûmet ji bo veguhertina tenduristiyê niyetekê nîşan bide."
XIZMETA TENDURISTIYÊ YA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
Demîr anî ziman ku divê pergaleke tenduristiyê ya bi ewle û bi zimanê zikmakî xizmetan pêşkêş dike bê avakirin û wiha got: "Beriya her tiştî divê pergala performansê ji holê bê rakirin, xebatkarên tenduristiyê li cihek ewle bixebitin û pêwîstî bi hejmareke têrker a xebatkarên tenduristiyê heye ku bên wezîfedarkirin. Sîstema tenduristiyê ji bazarê re hatiye hiştin. Sîstemeke tenduristiyê ya ku pêşî li tenduristiya gel digire, nîne. Veguheriye sîstemeke ku hîn bêhtir pereyan bi xwe re tîne. Pirsgirêkên ji vê derdikevin nayên çareserkirin. Nexweşek xwe bigihîne doktor jî, nikarin dermanan bistînin. Ev hemû pirsgirêk bi sîstema tenduristiyê ya heyî ve girêdayî ne. Divê pergaleke tenduristiyê ya bê pere û bi zimanê zikmakî bê avakirin. Sîstemeke tenduristiyê heye ku nexweşxaneyên taybet teşwîq dike. Yên ku li saziyên cemaweriyê randevûyeke têrker nikarin bibînin, berê xwe didin nexweşxaneyên taybet."
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Êlihê Cîhan Tûzûn jî got, "Sîstema tenduristiyê hilweşiya ye. Sîstema Randevûyê ya Doktorên Navendî (MHRS) naxebite. Hikûmeta AKP'ê ji bo qezencên siyasî tenduristiyê weke amûrekê bi kar tîne. Kedkarên tenduristiyê di şert û mercên giran dixebitin. Neçarî koçberiyê tên hiştin. Bi tenê li Êlihê, di sala 2023'an de zêdeyî 800 kedkarên tenduristiyê ji bo biçin derveyî welat beşdarî kursên zimanê biyanî bûn. Ev hejmar her diçe zêde dibe."
Tûzûn xizmeta tenduristiyê ya bi pere rexne kir û wiha axivî: "Tenduristî bi taybetî nabe. Em xizmetên tendirûstiyê li gor çiqas pereyên te hene qebûl nakin. Rewşa heyî sîstemeke tenduristiyê ya guherbar e. Em bi sîstemeke ku mirov li benda dora xwe ne re rû bi rû ne. Berê li ber nexweşxaneyan rêz hebûn, niha li malê li bendê ne. Randevûyên ku bi mehan an jî heta bi salan dewam dikin hene. Em bi sîstemeke tenduristiyê ya hilweşiyayî re rû bi rû ne. Em ê ji bo pergala tendûristiyê ya ku hem mafên kedkarên tenduristiyê yên gel û hem jî yên xizmeta tendûristiyê diparêze, ya wekhev, gihiştbar, belaş, bi zimanê dayikê, kalîfîye û pêşî li dermanê pêşîgirtinê digire, têkoşînê bidomînin."