ÊLIH - Dadgerê Dadgeha Kargêrî ya Bilind Ahmet Hamîdî ku ji bo cejnê çûbû Mêrdînê, bi birîndarî hate dîtin.
Ahmet Hamîdî ku li Dadgeha Kargêrî ya Bilind dadgerê lêkolînê ye, ji bo cejnê çûbû Mêrdînê û li hotêlekê dima. Li hotêla Hamîdî lê dima dengê çekan hat û li ser vê yekê xebatkarên hotêlê çûn odeya Hamîdî lê dima. Xebatkarên ku Hamîdî li odeyê bi awayekî birîndar dîtin, agahî dan komên tenduristiyê. Hamîdî, piştî mudaxileya ewil a komên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê û hate tedawîkirin.
Piştre Hamîdî bi ambûlansê li nexweşxaneyeke taybet a li Dîlokê hate sewqkirin. Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Hamîdî didome. Parêzerê Baroya Êlihê Rostem Sîyahtaş li ser hesabê xwe yê X'ê têkildarê mijarê peyamek parve kir û got: "Agahî ji me re hatiye ku bûyer întihar e. Êriş lê nehatiye kirin." Hate diyarkirin ku Hamîdî 42 salî ye, zewicî ye, bavê 3 zarokan e û ji bo cejnê ji Enqereyê çûye Êlihê û ji vir jî derbasî Mêrdînê bûye.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.