RIHA - Birayê girtiyê 30 salî Nîhat Şahîn ku berdana wî hatibû taloqkirin Ekrem Şahîn, diyar kir ku ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin.
Nîhat Şahîn li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Diviyabû Şahîn di 4’ê Gulanê de bihata berdan lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Şahîn asteng kir. Di 27’ê Gulana 2025’an de Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo “berdana bişert” a Şahîn civiya. Lijneyê, tehliyeya Şahîn bi hinceta ku di nava 30 salan de "poşmanî"qebûl nekiriye, negirtina alîkariya psîkolojîk û tevlibûna çalakiyên greva birçîbûnê taloq kir. Lijneyê, ji bo Şahîn şîroveya “Hêj amade nîne tev li civakê bibe” kir û “berdana bişert” a Şahîn taloqî 4’ê Kanûna 2025’an kir.
Nîhat Şahîn di 12’ê Hezîrana 1995’an de hatibû binçavkirin û di encama darizandinê de cezaya muebbetê lê hatibû birîn. Di nava 30 salan de Şahîn, li girtîgehên Amed, Gîresûn, Semsûr, Karabuk û Osmaniyeyê ma.Birayê Şahîn ê bi navê Ekrem Şahîn ku niha li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, diyar kir ku astengkirina berdana girtiyên siyasî ne li gorî ruhê pêvajoya aştiyê ye û bendewariyên malbatan e.
‘BIRYARÊN LIJNEYÊ JI BO PÊVAJOYÊ SÛDEWER NÎNIN'
Ekrem Şahîn, destnîşan kir ku birayê wî di 1995’an de dema li Dîlokê xwendekarê beşa endezyariya avahiyê bû hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Şahîn, wiha domand: "Diviyabû di 4’ê Hezîranê de bihata berdan, rexmê nebûna cezayê disiplînê jî berdana wî hate astengkirin.” Şahîn, anî ziman ku ji ber pêvajoya heyî li benda berdana birayê xwe bû û axaftina xwe wiha domand: “Dihat hêvîkirin ku girtiyên cezayên wan hindik mane bên berdan lê yên cezayê wan xilas bûne nayê berdan. Pevajoyeke bi pêşengtiya rêzdar Ocalan hatiye destpêkirin heye. Hevdîtin bi dewletê re tên kirin. Hewldanên Bahçelî çêbûn. Di vê pêvajoyê de bi biryarên lijneyeke vikûvala berdana birayê min tê astengkirin. Biryarên lijneyê ji bo pêvajoyê sûdewer nînin."
‘FERZKIRINA POŞMANIYÊ BÊRÛMETÎ YE’
Di berdewama axaftina xwe de Şahîn bertek nîşanî ferzkirina poşmantiyê da û ev tişt anî ziman: "Piştî 30 salan ji girtiyan pirsa ‘hûn poşman bûne?’ nayê kirin. Ger ev mirov poşman bûbûna dê 30 sal berê bûbûna. Ferzkirina poşmaniyê bêrûmetî ye. Tiştekî ku jê poşman bibin jî nîne. Bingeheke hiqûqî ya lijneyan tune ye, bi temamî kêfî ne. Niha girtî ji ber biryarên lijneyan nayên berdan. Em li dijî vê bi bertek in. Ez li ser telefonê bi birayê xwe re axivîm û got ku lijneyê jê re gotiye tu nîşaneyeke poşmaniyê nedîtine. Di vê pêvajoyê de weke gavek divê girtiyên cezayê wan xilas bûye, bên berdan. Dayik û bavê min nexweş in, ji pêvajoyê bi guman in. Jixwe girtî 30 salan di girtîgehê de ne, ser re bi awayekî keyfî cezayê wan 6 salên din tê dirêjkirin. PKK’ê biryarek da û xebatên xwe bi dawî kir. Divê girtiyên nexweş û yên temenê wan mezin demildest bên berdan. Ev kes bi îdiaya endamtiya PKK’ê hatin girtin û PKK’ê dawî li xebatên xwe anî. Wê demê çima hêj girtî ne?"
‘NEBERDANA GIRTIYAN DERHIQÛQÎ YE’
Şahîn, bi lêv kir ku ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin û axatina xwe wiha bi dawî kir: “Berdana girtiyên siyasî xwedêgiravî ji ber ‘ewlehiya civakê’ tê astengkirin. Lêbelê çeteyên ku ewlehiya civakê dixin xetereyê tên berdan. Kesên ku dê di vê pêvajoyê de sûdbexş bin tên ragirtin. Heke ev kes bên berdan, dê gumanên gel ên der heqê pêvajoyê de jî zelaltir bibin. Berê lijne tunebûn, demên dawî de ji bo astengikirina berdana girtiyên siyasi hatin avakirin. 10’mîn Pakêta Daraza derket lê di nava wê de tiştek tunebû. Berî mehên Cotmeh-Mijarê divê girtî bêne berdan. PKK’ê bersiva banga rêzdar Ocalan bicih anî. Divê dewlet jî li gorî vê gav biavêje. Bêyî sereraskirinên hiqûqî jî dikarin girtiyan berdin. Jixwe mayîna girtiyên siyasî derhiqûqî ye. Divê midexeleyek ji bo van biryarên keyfî bê kirin. Em dixwazin ku em ji jidilbûna aştiyê bawer bin. Em li bendê ne ku gav bê avêtin û pirsên civakê bên bersivandin.”
MA / Emrûllah Acar