Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin

  • jin
  • 09:44 24 Hezîran 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Budak di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha got: "Di serî de Dayikên Aştiyê, divê dayik bikarin biçin Îmraliyê û bi Serok re hevdîtinê bikin." 

 
Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, di 13’ê Hezîranê de bi bombardimana di navbera Îsraîl û Îranê ve bêtir gur bû. Di heman pêvajoyê de DYA'yê erişê tesîsên nukleerî yên Îranê kir. Di pêvajoya şer de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kiribû, hêj di roja me de jî diyarker e. Piştî banga Ocalan, PKK’ê di 12’ê Gulanê de xwe fesix kir lêbelê desthilatê hêj gaveke şênber neavêtiye. Rexmê vê gelek kes û alî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û gav avêtinê bangî desthilatê dikin. 
 
Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Bûdak di Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, yek ji wan welatiyan e ku piştgiriyê dide. Hanîfe Bûdakê diyar kir ku pêvajoya aştiyê û geşadanên pêvajoyê erênî dibîne û got: “Rexmê hemû cureyên qetlîam, êriş û tundiyan em aştiyê dixwazin. Bila aştî bê Tirkiyeyê û cîhanê. Min hevjînê xwe di rêya aştiyê de winda kir ji ber vê aştî ji bo me pir girîng e. Em dibêjin aştî lêbelê aliyê din nêz nabe. Aştî peyveke girîng lê em hest dikin ku pêvajo dest pê kirî. Em li bendê ne ku Tirkiye erka xwe pêk bîne. Bahçelî gavek avêt, destê xwe dirêjî DEM Partiyê kir, em bi vê kêfxweş bûn. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û li her derê aştiyê diparêzin. Ger ez nebînim jî dixwazim zarokên min an nêviyên min aştiyê bibinin. Em bi hêvî ne û bawer in ku dê aştiyê were.”
 
‘DIVÊ MALBATÊN LEŞKER Û GERÎLAYAN BÊN GEL HEV’
 
 
Hanîfe Budakê, diyar kir ku rexmê PKK’ê biryara çekdanînê daye lê hêj desthilatê gav neavêtiye û wiha pê de çû: “Hêj ji Kurdan re dibêjin ‘terorîst’. Ev gotin baweriya me qels dike. Gelo lîstikên Osmanî tên lîstin? Hewl didin dîsa gelê Kurd bixapînin? Lêbelê gelê Kurd ne yê berê ye nayê xapandin. Li seranserê cîhanê şer bi aştiyê ve bi dawî bû. Em wek gel li dû partiya xwe ne û em ê div ê rê de bimeşin. Bi xwînê ve xwîn nayê şuştin. Ez li ber dayikên leşker û polîsan jî dikevim, wan jî zarokên xwe winda kirî divê malbatên leşker û gerîla bên gel hev. Em bi hev re dikarin aştiyê pêk bînin. Di dîrokê de gelê Kurd û Tirk bi hev re çûn şer. Çima niha gelê Kurd tên înkarkirin. Ger Kurd û Tirk bên ba hev ê edalet û aştî jî pêk bê.”
 
‘DAXWAZA ME ÇÛYÎNA ÎMRALİYÊ YE’
 
Hanîfe Bûdakê der barê gavavêtina desthilatê de jî ev tişt anî ziman: "Divê Serok Apo, azad be. Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên Kurd divên bên berdan. Nexasim divê girtiyên nexşweş tevilê bên berdan. Girtiyên siyasî yên 30-32 sal in di girtîgehê de, heta dawiyê emrê xwe azadî nedît di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Li Girtîgeha Şakran a Jinan tecrîdeke giran heye. Jin her tim pêşengên aştiyê ne. Dayikên Aştiyê û jinên din divê biçin serdana Îmraliyê. Divê dewleta Tirk vê rê vebike. Daxwaza me ew e ku em bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ve biçin Îmraliyê.”
 
‘JO BO AŞTIYEKE BI RÛMET HEVRÛBÛN PÊWÎST E’
 
Hanîfe Bûdakê wiha dawî li axaftina xwew anî: “Hevjînê min tenê di destê wî de tizbiyek hebû ji bo aştiyê çûbû Enqereyê. Em ê têkoşîna wî bidomînin. Li ser Qetlîama 10’ê Cotmehê de 10 sal derbas bû hêj jî edaletê cihê xwe nedîtiye. Mîlîtanên DAIŞ’ê ji Reqayê hatin li nava Tirkiyê 105 kes kuşt û dewletê pêşiya vê qetlîamê negirt. Gelo dewleta Tirk û emniyeta wê ewqas qels e? Dewletê rê li pêşiya vê qetlîamê vekir û bû sedema mirina van kesan. Ji bo aştiyeke birûmet divê rûbirûbûneke dîrokî bê kirin. Gelê Kurd, komkujiyên wek Zîlan, Dêrsîm û Roboskî de derbas bû. Qetlîama 10’ê Cotmehê jî parçeyek ji van e. Em dixwazin kiryarên qetlîaman bên dîtin. Em dizanin kî ne dewlet jî dizane lê aşkera nake.” 
 
MA/ Ûgûrcan Boztaş
 

Sernavên din

15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite HATE NÛKIRIN
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin
13:20 Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
13:14 MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
12:54 Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
12:53 Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
12:37 Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
12:05 Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
11:58 Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
11:07 Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
11:05 Encamnameya hevdîtina ‘Bîr û Edaletê’: Divê dewlet gavan biavêje
10:55 Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:46 Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
10:45 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
10:12 Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê
10:09 Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye
09:51 Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir
09:02 Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
22/06/2025
17:38 DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
17:25 Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
15:17 Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
14:43 Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû
14:30 Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
14:19 DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
14:16 Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
14:02 Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
13:26 Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
12:14 Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
12:03 Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
11:11 Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
11:10 Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
10:46 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:45 Li navçeyên Amedê ji bo zarokan şano hate pêşandan
10:32 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
10:31 Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
09:54 Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
09:47 Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin
09:34 Doza ‘îstîsmara zayendî ya li dijî zarok’ a mamosteyê qursê sibê dê lidarxistin
09:22 Ji malbata Yildirim ê leşkeran kuştibû tazmînat hat xwestin
09:03 Ji Netanyahu daxuyaniya destpêkê: Êrişa DYA’yê dê dîrokê biguherîne
09:01 Li zozanên petrol lê nîne ‘bîr’ tên kolandin
09:00 Li Elbakê nifûsa ciwanan kêm dibe: Sedem bêkarî ye
09:00 Bavê girtiyê ku rastî îşkenceyê hatiye: Tedawiya wî tê astengkirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2025’AN
08:42 DYA’yê li tesîsên nukleerî yên Îranê xist: Tesîsên krîtîk hatin tunekirin
21/06/2025
18:27 Li Amedê li dijî tiryakê meş
16:19 Jinên Elewî ji bo aştiyê civiyan
15:43 Mexdûrên KHK’ê: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
15:17 Tedawiyê nexweşên pençeşêr yên Can û Tat tê astengkirin
15:07 Îmamoglû der barê serdana DEM Partiyê de daxuyanî da: Divê li Meclisê komîsyon bê avakirin
14:58 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
14:35 Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mûstafa Saygi pirsin
14:34 Xizmên Windayan: Bila polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe
13:12 Li Meletiyê erdhej çêbû
12:54 Ayşe Gokkan: Yekitî dermanê civakê ye
Kongra Star: Dermanê êşa sedsalê yekitiya neteweyî ye
12:39 Silavek bo banga ‘Civaka demokratîk’: Strana Mizgîn
12:34 Dayika Eren Bulbul: Bila dayikên din zarokên xwe winda nekin
Dayika Ûgûr Kaymaz: Em edalet û wekheviyê dixwazin, ne rondikên çavan
11:48 Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’
11:36 Tehliyeya Nûrcan Aslan hat taloqkirin
11:36 Êrişên Îsraîl-Îranê yên li heberî hev berdewam in
10:51 Civîna YE-Îranê: Hevdîtina Cenevreyê bê encam ma
10:20 Îdîaya xwekuştinê ya di bin çavdêriya leşkerî de: 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere
10:16 2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok bi dîmenên rengîn ve dest pê kir
10:15 Ji ber şer buhayê petrolê zêde bû
10:14 Li Amedê 3'emîn Konferansa Jinan destpê kir
09:35 Tehliyeya girtiyê ku piştgirî da banga Abdullah Ocalan hat taloqkirin
09:18 Titûnciyên Bedlîsê li dijî qeyran û qedexeyan têdikoşin