STENBOL - Li Daristana Bajar a Sûltangaziyê ya Stenbolê û li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê şewat derket.
Li Daristana Bajar a navçeya Sûltangazî ya Stenbolê şewat derket. Piştî welatiyan agahî dan, ji bo vemirina şewatê gelek komên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.
ANTALYA
Li qada daristanê ya li semta Larayê ya navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê ji ber sedemên nediyar şewat derket. Komên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê ji hewayî û bejahî ve midaxileyê dikin.