COLEMÊRG - Jinên di hevdîtina gel a li Zozana Tiloranê de axivîn, diyar kirin ku bihîstina dengê Abdullah Ocalan êşên wan kêm kiriye û gotin: “Bila dewlet gavên şênber biavêje.”
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya Gever a Colemêrgê û aktîvîstên TJA’yê xebatên xwe yên di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de didomînin. Di vê çarçoveyê de li Zozana Tiloranê bi bêrîvanan re civîn hat lidarxistin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez di hevdîtinê de bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê û got: “Pêvajo, derbasî qonaxeke nû dibe. Piştî 27 salan cara ewil me dengê birêz Abdullah Ocalan bihîst û piştre jî PKK’ê çekên xwe şewitand. Ev çek Kurd hatin înkarkirin lewma hatin bikaranîn. Ji bo dewlet gavên şênber biavêje hatin şewitandin. Dive Tirkiye nasname, xak û hebûna me nas bike. Ji bo vê jî divê gavên cidî biavêje.”
‘DEMA MIN DENGÊ OCALAN BIHÎSTÎ ÊŞÊN MIN KÊM BÛN’
Piştre jî bêrîvanan nêrîn û daxwazên xwe parve kir. Ji bêrîvanan yekî jê got ku xizma PKK’iyan û girtiyan e û got: “Hêviya min ji vê pêvajoyê heye. Em dixwazin nasnameya me bê naskirin. Em dixwazin bi zimanê xwe perwede bibin. Cihê edalet lê heye şer lê tune ye û bereket heye. Bila malbatên leşker û polîsan jî bên cem me û li gel aştiyê bin. Di şer de tenê zarokên me dimirin. Gotinên birêz Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda. Me bi hezaran bedel da û piştî me dengê rêberê xwe bihîstî êşa me xelas bû. Êdî dema aştî û biratiyê ye.”
’EV 40 SAL IN HÊSIRÊN ME DIBARIN’
Jineke din jî bal kişand ser êşên hatine kişandin û got: “Divê ev şer êdî xelas bibe. Dîtina di televîzyonê de jî hêz da me. Em aştiyê dixwsazin. Bila hêsirên dayikan êdî nebarin.”
Jineke din jî got ku tekane daxwaza wan aştî ye, bila dayik negirîn, ev 40 sal in hêsiran dibarînin û got: “Êdî bes e. Bila aştî were.”
Jinên di civînê de axivîn, gotin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, mezintirîn gava ji bo aştiyê ye.