STENBOL - Parêzerên Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer, li dijî girtina wî careke din îtiraz kirin.
Parêzeran li dijî girtina Şaredarê Şaredariya Esenyûrtê Prof. Dr. Ahmet Ozer, serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 10'emîn a Stenbolê dan. Parêzeran biryara berdanê ya di çarçoveya dosyeya wekî "Lêpirsîna Rêxistina Sûc a Azîz Îhsan Aktaş" tê zanîn de, bibîr xistin û gotin ku domandina girtina Ozer li dijî hiqûqê ye.
Der barê Ozer de, ji doza bi endamtiya "endamtiya rêxistinê" biryara berdanê hatibû dayîn. Lê girtina wî di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de didome.