NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand ku hêzên wan piraniya cihên stratejîk ên li herêmê kontrol kirine.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku hêzên wê piraniya cihên stratejîk ên li Siwêdayê kontrol kirin û ew dev ji mafên gelê xwe bernadin.
Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên “şehîdên ku di parastina axa welat de şehîd bûne” û şifa ji birîndaran re xwest û diyar kir ku dê “xwîna şehîdan a paqij bibe meşaleya rêya serkeftinê”.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê Siwêdayê û xelkê Bedewî yek laş e û “Ew hemû fedakarên vê xaka paqij in, bi jiyana hevbeş bawer dikin û bi hemû hêza xwe wê diparêzin”.
Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: "Meclisa Leşkerî radigihîne ku piraniya cihên stratejîk ên li herêmê kontrol kirine. Hemwextî wê hêzên wan ên leheng çalakiyên xwe yên paqijkirina hin nuqteyên ku hîna lê pevçûn bi endamên terorîst ên tundraw re hene, dewam dikin. Ew endam ji herêmên mîna Idlibê û hwd hatin. Ji aliyê çolistanê ve jî rêxistina terorîst a DAIŞ´ê êrişên hovane pêk tîne."
Di berdewama daxuyaniya meclisê de hat destnîşankirin bi tu şêweyekî teslîmbûnê yan jî tawîzdana li ser mafên gel, qebûl nakin.
Meclisê, diyar kir ku di navbera tevahî koman de li eniyên şer hevkarî û koordîne heye û hişyarî da hêzan ku divê tu biryarên leşkerî yên ferdî nedin.
Meclisê di dawiyê de wiha got: "Em nikarin komkujiyên hovane yên li dijî herêmên me pêk hatine, paşguh bikin. Ew komkujî dema komên tundraw û terorîst ên qaşo hikumeta veguhêz ketina bajêr û gundewarê wê hatin kirin. Em vê yekê aşkear dibêjin: Em rê nadin ku ev sûc dubare bibin û hebûna hêzên tundraw li ser xaka Siwêdayê red dikin."