ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê yên ku mudaxaleyî şewatê kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Seyitgazî ya Eskîşehîrê li qada daristanê şewat derket. Hat ragihandin ku 10 karkerên daristanê yên mudaxaleyî şewatê kirin di nava agir de man û jiyana xwe ji dest dane.
Şewata daristanê ji ber bandora bayê bi lez belav bû û gihîşt Afyonkarahîsarê.