ÎDIR- Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku divê jin pêdiviyên "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bi cih bînin.
Meclîsa Jinan a Îdirê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Civîna Jinan” lidar xist. Di civîna ku li navenda bajêr hate lidarxistin, pêşî vîdyoyek ji daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Girtîgeha Îmraliyê ya 9'ê Tîrmehê hate pêşkêşkirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di “Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Civîna Jinan” a li Îdîrê de axivî û got: "Em ê li dijî kesên ku dixwazin bi polîtîkayên înkar û îmhayê jiyana me hilweşînin, jiyaneke wekhev û azad ava bikin."
WEKÎ JIN DIVÊ PÊDIVIYÊN PÊVAJOYÊ BI CIH BÎNIN
Halide Turkoglu, destnîşan kir ku ew di serdemeke dîrokî re derbas dibin û wiha pê de çû: "Em di serdemeke dîrokî û girîng de ne. Em, wekî gel û jin, divê pêdiviyên vê pêvajoyê bicîh bînin. Sîstema ku ji aliyê mêran ve serdest e, dewlet û hikûmet, dê bi hêsanî dev jê bernede. Lê em, jin, dê bi hêza xwe ya guhertin û veguherînê xebata xwe bidomînin."
Civîn bi rûniştineke pirs û bersivan piştî axaftinan bi dawî bû.