NAVENDA NÛÇEYAN - Li Geliyê Bertûlê yê li quntarê Çiyayê Gabarê ku bi xwezaya xwe ziyaretvanan mest dike, bi makîneyên kar talan lê dest pê kir.
Zêdetirî 5 sal in li Şirnexê bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkeran qirkirina xwezayê tê kirin. Niha jî herêmeke nû dan ber vê qirkirinê. Geliyê Bertûlê yê li jêra bajarokê Qesirkê ku dikeve quntarê Çiyayê Gabarê, tê tunekirin. Walîtia Şirnexê ev herêm ji têketina sivîlan qedexe kiriye û niha li wê herêmê bi kemçeyan xweza tê talankirin.
Geliyê Bertûlê ku navê xwe ji gund digire, bi sûlava xwe ya nûwaza û bi hewzên xwezayî re bala ziyaretvanan dikişîne. Her wal bi hezaran welatî ji bo xwe hênik bikin berê xwe didin vî gelî. Lêbelê walîtiyê bi hinceta “ewlehiyê” têketina vê herêmê ji bo salekê bi temamî qedexe kir.
BI KEMÇEYAN XWEZA TÊ QIRKIRIN
Di dîmenên dawî yên li geliyê behsa xeberê hatine kişandin de tê dîtin ku 3 kemçe daran ji rih ve derdixînin. Makîneyên kar ku hewzên avê yên xwezayî xera kirine, Sûlava Bertûlê jî tune dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku ji bo lêgerîna petrolê û birîna daran, rêyên nû tên vekirin. Hewzên avê yên pir û pak, niha mîna kurê bûn e û kemçe daran ji holê radikin.
Li hêla din, ji ber lêgerîna petrolê ya ji hêla Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ve hatiye destpêkirin, li herêmên Besta, Çiyayê Cûdî, navçeyên Elkê û Qilebanê dar tên birîn.
MA / Dilgeş Ruvanas