ENQERE - Li gorî anketa KESK’ê, ji sedî 49’ê xebatkarên cemaweriyê dixwazin tevahiya sendîkayan di pêvajoya Peymana Kar a Komî de weke rayedar li ser maseyê bin.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî hevdîtinên Serdema 8’emîn a Peymana Kar a Komî (TÎS) û bendewariyên kedkaran, anketek amade kir. 4 hezar û 778 kes tev li anketê bûn. KESK’ê, têkildarî anketê li hotêleke li Kizilay a Enqereyê daxuyanî da.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, diyar kir ku kedkarên cemaweriyê tevî van şert û mercên zor jî xwe ji raberkirina îradeya xwe paşve nadin. Ayfer Koçakê diyar kir ku encamên pêvajoya peymanan îktîdar diyar dikin û ji sedî 98’ê kedkarên tev li anketê bûne gotine ku mûçeyên wan li dijî enflasyonê nayên parastin. Ayfer Koçakê got ku ji sedî 98’ê beşdaran daneyên TUÎK’ê bêpawer nabînin û di pêvajoya TÎS’ê de sendîka erka xwe bicih nayînin.
DANEYÊN ANKETÊ
Ayfer Koçakê da zanîn ku li 76 bajaran bi 4 hezar û 778 kesan re hevdîtin kirine û encamên wê wiha parve kir: “Ji sedî 49’ê beşdaran xwestin hemû sendîka li ser maseyê bin, ji sedî 24’an gotin divê îktîdar biguhere, ji sedî 18’an xwestin mafê grevê bikeve meriyetê û ji sedî 9’an jî xwestine qanûna hejmar 4688 biguhere.”