NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî lêkolîna testa DNA ya 22 qurbaniyên Êzidî ya ya li Bexda ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve di gorên komî de hatibû qetilkirin, cenazeye wan gihişte Navenda Lêkolînê ya li Mûsilê.
Li gorî agahiyên hatin girtin piştî testa DNA ya 22 qurbaniyên Êzidî yên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an vegerandin Mûsilê. Hat ragihandin ku Navenda Lêkolînê ya Mûsilê amadekarî dikin ku cenazeyan radestî xizmên qurbaniyan bikin û li warên wan bên definkirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an êriş kirbû ser Şengalê û bi hezaran kes qetilkiribûn û revandibû. Her wiha bi hezaran kesên revandibûn li cihên cuda bi komî qetil kiribûn.