NAVENDA NÛÇEYAN - Îro saet di 11.11’ê de li navçeya Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû.
Erdhejên li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê berdewam in. Sê roj berê li navçeyê bi pileya 6,1’ê erdhej çêbû. Îro jî saet di 11.11’ê de bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû. Li gorî agahiyên AFAD’ê dane, erdhej bi pileya 4.0’ê û 8,4 km’an di bin erdê de çêbû.
Di 10’ê Tebaxê de li Sindirgiyê bi pileya 6,1’ê erdhej çêbû. Di nava sê rojên dawî de zêdetirî hezar û 235 erdhejok li navçeyê çêbûne.