ÊLIH – Li Êlihê bi bi hezaran kes bi dirûşmeya "Em aştî û civaka demokratîk ava dikin" tevli şahiyê bûn û wiha gotin: “Ger em bêjin wekhevî û xwişk û biratî divê em ne bi kodên berê, hewcedariya me bi nêrîneke nû heye.”
Li Êlihê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya "hevdîtinên civaka demokratîk" de meşa "em aştî û civaka demokratîk ava dikin" hat lidarxistin. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevli bûn.
Welatiyên li ber DEM Partiyê hatin gel hev bi dirûşmeyan meşiyan parka Yilmaz Guney. Jin bi cil û bergên gelerî pêşengiya meşê kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û da zanîn ku gel piştgiriyê dide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Gelê Kurd dimeşe dibêje demokrasî. Gelê kurd û dostên Kurdan ji bo aştiyê dimeşin. Ger em bêjin wekhevî û xwişk û biratî divê em ne bi kodên berê, hewcedariya me bi nêrîneke nû heye.”
Tiryakî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew saziyên kurdan amade ne ji bo jiyaneke aştiyane û bê şer bi her awayî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û got: "Em li bendê ne ku desthilat jî ji bo vê amade be. Em bi hev re bi awayekî wekhev û biratî bijîn."
Piştî axaftinan gel li ber stranan govend gerandin.