AMED - Di meşa bi pêşengiya DBP, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û Platforma Saziyên Demokratîk de, doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Li Amedê bi pêşengiya DBP, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya "hevdîtinên aştî û civaka demokratîk" de û bi dirûşmeya "em aştî û civaka demokratîk ava dikin" bi tevlibûna bi hezaran kesî meş pêk hat.
Girseya ku nav de parlamenterên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinen Azad (TJA), Dayikên Aştiyê jî nav de bi hezaran kes li ber avahiya DEM Partî ya Amedê hatin gel hev. Girse bi dirûşmeyan,erbaneyan meşiyan. Seranserê meşê de stran hatin gotin
Girse bi coşek mezin gihişt Kent Meydani. Bername bi konser û axaftinan bidawî bû.