MERSÎN - Lezgîn Dayangaç ku kurê wî Mehmet Dayangaç li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku her tim zext û tundî li kurê wî tê kirin û bang li rayedaran kir ku li girtîgehê lêkolînê bikin.
Mehmet Dayangaç ê 25 salî, di sala 2021'ê de li Mêrsînê hate binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê hefsê lê hate birîn. Dayangaç, niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Bavê Dayangaç, Lezgîn Dayangaç, binpêkirinên li girtîgehê vegot.
Lezgîn Dayangaç, destnîşan kir ku îdareya girtîgeha di bin navê “lêgerîna qawîşan” de her tim li girtiyan tundiya dêrûnî û fîzîkî dike û got ku kurê wî li ser telefonê binpêkirinên li girtîgehê pê re parve kiriye. Dayangaç, têkildarî binpêkirinan wiha got: "Her tim bi tundiya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Bi awayekî keyfî girtiyan derb dikin. Kurê min di nava çar dîwaren de ye û tevî vê jî tundî û zext lê tê kirin. Ev tundiya dêrûnî nayê qebûlkirin. Ev kiryar, îşkence ye. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.”
Dayangaç, xwest raya giştî di mijara zext û tundiya li girtîgehê bi hestiyarî tevbigere. Dayangaç, bang li rayedaran kir ku li girtîgehê lêkolînê bikin.