WAN - Jina bi navê Edîbe Ozel li gundê Zirkevkê yê Wanê li malê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Welatiya bi navê Edîbe Ozel (45) ku li gundê Zirkevkê yê navçeya Elbak a Wanê dijiya, di saetên serê sibehê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Edîbe Ozelê ku dayika 5 zarokan e, ji bo otopsiyê anîn Wanê.
Hat diyarkirin ku hevjînê Edîbe Ozelê gelek caran tundî lê dikir.