Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin

  • rojane
  • 09:07 21 Tebax 2025
  • |
ÊLIH - Xwişka Gulistan Tara, Dîcle Erdemê diyar kir ku xwişka wê jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kiriye û got: "Peyrewên Gulistan Tara dê tu carî dev ji doza wê, têkoşîna wê û rastiyên ku wê parastiye bernedin. Hemû hevalên wê dê ala ku wê li pey xwe hiştiye bi awayekî baş bilind bikin."
 
Salek di ser mirina rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara re derbas bû ku di 23'yê Tebaxa 2024'an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, di êrişeke ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. Her çend qetilkirin rojnamevanan di çapemeniya navneteweyî de cih girt û ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê ve hat şermezarkirin jî, lê heta niha li dijî Tirkiyeyê tu doz an darizandin nehatiye kirin.
 
Gulistan Tara, yek ji rojnamevanên ku di têkoşîna xebatkarên Çapemeniya Azad de dijî, di 24'ê Çileya 1983'yan de li Êlihê ji dayik bû. Wê beşek mezin ji a jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir. Gulistan Tara, di 13 an 14 saliya xwe de dest bi xwenaskirinê xwe kir, hem li ser nasnameya xwe ya kurd û hem jî ya jinane sekinî, lêkolîn û xwendin kir. Geryana Gulistan Tara ya bi Çapemeniya Azad re ku di 15'ê Sibata 1999'an de ji komploya navneteweyî ya radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê bandor bû, di 25'ê Gulanê de dest pê kir. 
 
Di salvegera mirina wê de em bi xwişka wê Dîcle Erdemê (44) re axivîn. 
 
Dîcle Erdem ku malbatê wekî "avahîya herî biçûk a civakê" bi nav kir, diyar kir ku serhildana yekem a xwişka wê li dijî malbatê bûye û wiha lê zêde kir: "Di axaftinên me de û bi ya bi birayên min re, ew ji bo parastin û avakirina nasnameya xwe serî hildida. Em heta 16 saliya xwe bi hev re man. Wê di salên lîseyê de ronahî û xwenasînek dît. Paşê, wê rêyeke cûda hilbijart û li ser wê rêyê berdewam kir. Ez dikarim bibêjim ku paradîgmaya jinan bi destpêka tevgera azadiya kurd dest pê kir. Mixabin, li Kurdistanê, em, pêşî wekî gel û dûv re jî wekî jin, rastî rastiyek bindestî û îstismarkirinê hatin. Vê yekê li Gulistanê pêşketinek peyde kir." 
 
ZAROKATIYA WÊ
 
Dîcle Erdemê bîranînên xwe yên zarokatiyê parve kir û got: "Zaroktiya me pir xweş bû. Em di xaniyekî mistaqil û xweşik û bibaxçe de diman. Me gelekî dilîst. Em heval, rêheval, xwişk û bira û hev rê bûn. Rastiyên jiyana li vê herêmê bê guman tu bikî nekî xemgîniyê jî di xwe de dihewîne. Dema ku em 11 an 12 salî bûn, em sirgûnî Eskîşehîrê bûn. Li wir, me jiyaneke dijwar hebû. Bi sirgûnkirina bavê min û girtina xwişka min Fatma re, demên hîn dijwartir li benda me bûn. Dibe ku lêpirsînên wê yên yekem piştî vê qonaxê dest pê kiribin. Bi vî rengî berxwedana wê ya li hember jiyan û pergalê dest pê kir."
 
Dîcle Erdemê diyar kir ku wê û xwişka wê ji bilî têkiliyên kurt ên telefonê demeke dirêj hev du nedîtibûn û got ku têkiliyên wan ên telefonê tijî hesret û bêrîkirin bûn. Dîcle Erdemê got: "Wê bawer kir û xwe da ber dozekê. Wê ji bo nirxên ku diparast hilbijartina xwe kir. Tevî xemgînî û bêrîkirinê, wê van rastiyan domand. Çapemenî qada herî berbiçav ya vê têkoşînê ye. Ew cîhekî hêja ye ji bo eşkerekirina rastiyê. Helwesta wê me teselî kir. Hesreteke wê hebû, lê ew di rêya şoreşê de bû û bi kelecan li benda roja ku ev şoreş pêk were bû. Lê mixabin, dewleta tirk ew ji me girt; wan ew qetil kir."
 
‘PEYREWÊN WÊ TÊKOŞÎNÊ DIDOMÎNIN'
 
Dîcle Erdemê anî ziman ku Gulistan û hevalên wê ji ber ku rastiyên li deverên şer û pevçûnê yên wekî Koban û Şengalê ji cîhanê re gihandin, bûne hedef û wiha domand: "Bi taybetî di çapemeniyê de, rojnamevanên jin rastî hedefgirtinên cidî tên. Ew di eşkerekirina rastiyê de tevkariyeke girîng kirine. Wan êşa jinên êzidî yên di komkujiya Şengalê de ragihandin cîhanê. Wan têkoşîna Kobanê dîtiye. Wan heta kêliyên dawî yên jiyana xwe dev ji ragihandina rastiyê berneda. Peyrewên Gulistanê dê tu carî dev ji doza xwe, têkoşîna xwe, an jî rastiya ku ew parastine bernedin. Ez vê yekê dibînim û bawer dikim. Wan mîrateyek xweşik li pey xwe hişt û hemî hevalên wan dê wê alê bi awayekî herî baş bilind bikin. Ew bi pênûs û kamerayên xwe beşek ji vê têkoşînê bûn. Bi vî awayî, ez bawer dikim ku navên Gulistan û Hêro dê li her derê bijîn."
 
MA / Ozan Bayindir
 

Sernavên din

10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da