WAN - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê kûrtir dibin û got ku wekî ciwan, ew ji bo şikandina vê çerxê têdikoşin.
Polîtîkayên "şerê taybet" ên ku li bajarên Kurdistanê tên meşandin di salên dawî de zêdetir bûne. Bi taybetî polîtîkayên wekî sîxurtî, fuhûş û tiryakê berbelav büne. Endamê Meclısa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Adem Yilmaz, bang li ciwanan kir ku li dijî van polîtîkayên ku her ku diçe zêdetir dibin rabin ser pêyan.
Adem Yilmaz diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ji duh heta îro kûrtir bûne û got: "Polîtîkayên şerê taybet bi gelemperî ji destwerdanên leşkerî an çekdarî tên cudakirin. Ew cureyek şer e ku bi awayekî nepenî di gelek warên psîkolojîk, aborî an çandî de êrişî civakan û raya giştî dike. Ev polîtîka di gelek warên jiyanê de hene. Kaos, bikaranîna medyaya sanal û xirabkirina agahdariya rast û pêşkêşkirina wê wekî nûçe faktorên sereke ne. Mixabin, ev polîtîkayek e ku gelê me dikişîne nav polîtîkaya şerê taybet û wan di navenda wê de dihêle. Aliyên herî xeternak ên polîtîkayên şerê taybet ew in ku mirov hîs nakin ku ew di şer de ne. Mixabin, gelê me di nav kiryarên polîtîkayên şerê taybet de asê maye. Em dizanin ku jin û ciwan, dînamîkên bingehîn ên civakê, dibin hedefa sereke ya polîtîkayên şerê taybet."
‘JIN Û CIWAN DI HEDEFÊ DE NE'
Yilmaz anî ziman ku jin û ciwan dînamîkên bingehîn ên civakê ne û got: "Jin ew in ku çand, ziman û gelek dewlemendiyên wê digihînin pêşerojê. Ew aktorên girîng in ku dê pêşeroja civakeke ku ji hêla jinan ve tê xurtkirin baştir bikin. Ji hêla din ve, ciwan pêşeroja gelekî temsîl dikin. Ew li dijî hegemonya ku li ser wan tê damezrandin şer dikin. Hegemonya li ser nifşê nû yê ciwanan tê wateya hegemonya li ser pêşerojê jî. Ji ber ku jin pêşengiya exlaqî û siyasî ne û ciwan jî dînamîzma civakê ne, polîtîkaya şerê taybet xwe di ser ciwan û jinan re pêş ve dibe."
‘EM JI ŞIKANDINA VÊ ÇERXÊ TÊDIKOŞIN'
Yilmaz destnîşan kir ku pêwîst e her kes li hember vê polîtîkayê hesas be û got: "Polîtîkaya şerê taybet a serdema me karesatbar e. Hevalên me yên ciwan ketine nav xeleka fuhûş, tiryak û sîxuriyê. Wek ciwanên welatparêz, em heftê heft roj û rojê 24 saetan li dijî van polîtîkayên şerê taybet şer dikin da ku hemû ciwanên ku di nav xeleka fuhûş, tiryak û sîxuriyê de asê mane rizgar bikin û wê xelekê ji holê rakin."