AMED – Li Amedê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, posterê mezin ê Abdullah Ocalan vekirin.
Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk a hat lidarxistin de, pankarteke mezin a li ser wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hat vekirin. Li ser pankartê ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat vekirin, li ser nivîsa "Bijî Serok Apo" cih girt. Meşa bi bezrkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dewam kir.