NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgehê di doza betalkirina kongreya CHP'ê ya Stenbolê de, biryara betalkirina kongreyê da û biryar da ku Ozgur Çelîk û rêveberiya heyî ji wezîfeyê bê girtin.
Serokatiya CHP'ê ya Stenbolê di 8'ê Cotmeha 2023'yan de kongreya xwe ya bajêr li dar xistibû. Dadgehê doza betalkirina kongreyê vekiribû. Dadgehê di doza îro de biryar da ku kongre betal bibe û Serokê Bajêr Ozgur Çelîk û rêveberiya wî ji wezîfeyê bê girtin.
Dadgehê bi awayekî demkî Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsap tayînî rêxistina CHP'ê ya Stenbolê kir.
OZGUR ÇELÎK: CHP MALA GEL E, TESLÎM NAYÊ GIRTIN
Serokê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk ê ji wezîfeyê hat girtin li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got ku ji bo şopandina pêvajoyê û birêvebirina wê derbasî Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Stenbolê bûye. Çelîk di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo şopandina pêvajoyê û birêvebirina wê derbasî serokatiya me ya bajêr dibim. CHP, gel e, mala gel e, mala bavê ye. Teslîm nayê girtin."