ÊLIH - Omer Kurt, bavê xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt ê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, diyar kir ku hêviya wan ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye û got: "Divê nêvengeke li ser esasê wekheviyê bê afirandin."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina welêt hat destpêkirin, herî zêde ji aliyê malbatên ku zarokên xwe di dema şer de winda kirine tê piştgirîkirin. Malbata Şerzan Kurt (21) ku di çalakiyên li dijî êrişên nijadperest ên li dijî xwendekarên Kurd de li Zanîngeha Mûglayê ji aliyê polîsan ve di 19'ê Gulana 2010'an de hat qetilkirin, yek ji wan malbata ye ku piştgiriyê dide pêvajoyê.
Bav Omer Kurt diyar kir ku ji bo avakirina aştiyeke birûmet divê bi hevrûbûn bi heqîqetê re çêbibe. Kurt anî ziman ku divê kiryarên sûcên li dijî sivîlan bên eşkerekirin û got: "Dewlet polîtîkayeke tirkkirinê dimeşîne. Di destûra bingehîn a yekem a komarê de, tirk, Kurd, ereb û çerkez hatin cem hev û bi nêzîkatiyeke piralî tevgeriyan. Piştre her tişt serûbin bû. Wan Kurdan, komunîstan marjînalîze kirin."
Kurt destnîşan kir ku her çend hêviyên wan ji bo pêvajoyê zêde bin jî, gumanên wan jî hene. Kurt got: "Bi salan e ku Kurd ji bo nasnameyek wekhev, çandeke wekhev û pergaleke piralî ku her kes dikare xwe tê de bibîne tevgeriyane. Rêxistinê erkên xwe yên hatine destnîşankirin bi cih aniye. Lê dewlet di vî warî de pir hêdî tevdigere. Ew dikarin di meclisê de biryarnameyekê derxin û dev ji rehîngirtina girtiyên nexweş berdin. Pêdivî ye ku ew baweriyê di nav gel de çêbikin."
Kurt destnîşan kir ku gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirarê didin pêvajoyê û got: "Em ji vê serdema aştiyê bi hêvî ne. Divê her kes xwedî lê derkeve. Ji Kurdan bêtir divê tirk xwedî lê derkevin." Kurt diyar kir ku di aştiyê de windaker tune ne û bal kişand ser daxwazên wekheviyê di her warî de.
Kurt got: "Divê hawirdoreke azad bê afirandin ku her kes wekhev be, kes zilmê li kesî neke û her kes karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Divê em xwedî li îradeya aştiyê ya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye danîn derkevin. Birêz Ocalan got, 'Ez ê ne bixapînim û ne jî werim xapandin.' Ev di vê pêvajoyê de dirûşmeya me ye. Divê her kes ji bo aştiyê bixebite. Em ê her tiştî bikin da ku serkeftina vê pêvajoyê misoger bikin."