ENQERE - Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî ya bi Şandeya Îmraliyê re de bang li ciwanên koçî Ewropayê bûne kir ku heke derfetên wan hebin vegerin welatê xwe. Di hevdîtinê de Ocalan got: “Ez ê li Îmraliyê bimînim lê naçim Ewropayê.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî demekê dirêj di 28’ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin sê saetan domiya û hat diyarkirin ku li ser gelek mijaran hatiye axaftin. Hat zanîn ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan têkildarî ciwanên koçî Ewropayê dikin nirxandinên girîng kir.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kir ku divê kesên berê xwe didin Ewropayê jiyana xwe li welatê xwe ava bikin û ji xaka xwe dûr nekevin.
Abdullah Ocalan, xelkê Riha, Agirî û bajarên din ên naxwazin li herêma xwe bimînin rexne kir û got ku ev yek encama polîtîkayeke bi zanebûn a dûrxistina ji xakê ye.
HEWCEYE LI SER SEDEMÊN KOÇBERKIRINÊ NÎQAŞ BÊN KIRIN
Hat gotin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anî ziman ku hewceye bi kûr û berfirehî li ser sedemên terikandina û dûrketina ji xaka welat nîqaş bên kirin.
Hat zanîn ku Ocalan di hevdîtinê de wiha got: “Ez Îmraliyê tercîh bikim lê dîsa jî naçim Ewropayê. Ez bi aşkerayî dibêjim; divê deynê xwe yê ji bo xak û çanda xwe bidin. Ez wan teşwîqî vê dikim. Yek ji hedefên min ên vê pêvajoyê jî ew e ku ji sirgunê weke kesên biwesf vegerinîm welat.”
BANGA KOMUNÊ
Di heman demê de hat destnîşankirin ku Ocalan di hevdîtinê de bi israr got ku divê Kurdên li Ewropayê ziman, çand û komunên xwe ava bikin.
MA / Selman Guzelyuz