AMED - Ahmet Temîz ku tehliyeya wî 2 caran bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin, piştî 31 salan hate berdan. Temîz, li warê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêwşazîkirin.
Ahmet Temîz ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 31 salan hate berdan. Temîz, li bajarê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêwşazîkirin. Temîz, ji hêla endamên malbata xwe, endam û rêveberên TUHAD-DER, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, MEBYA-DER’ê û gelek welatiyan ve li balafirgehê hate pêşwazîkirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kir. Di pêşwazîkirinê de her wiha wêneyê Temîz di 4’ê Gulana 2014’an de li girtîgehê bi dayika xwe re kişandibû (dayika wî wefat kiriye) jî hate hilgirtin.
TEHILIYEYA WÎ DU CARAN HATE TALOQKIRIN
Temîz, di sala 1994’an de li Amedê hate girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê birî. Temîz, di nava 31 salan de li girtîgehên Amed, Amasya, Enqere û Tekîrdagê ma. Diviyabû Temîz di 17’ê Kanûna 2024’an de bihata berdan lê tehliyeya wî du caran bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hate taloqkirin.