NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî di merasîma leşkerî ya bi boneya salvegera 10'emîn a damezirandina QSD'ê de got ku di demeke nêz de dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê û di çarçoveya lihevkirinê de wê YAT li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê şerê DAIŞ'ê bike.
Bi boneya salvegera 10'emîn a damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Antî Terorê (YAT) merasîmeke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî amade bû.
Mazlûm Ebdî got ku di demeke nêzîk de de komîteyeke leşkerî berê xwe bide Şamê û çawaniya entegrekirina QSD'ê nîqaş bike.
Ebdî anî ziman ku di çarçoveya lihevkirinê de, wê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê şerê DAIŞ’ê bike.