STENBOL - Rojnameger û derhênerê belgefîlman Hakan Tosun ku ji şeva 10’ê Cotmehê ve agahî jê nedihatin girtin, li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin. Hat zanîn ku xwîn çûye ser mejiyê Tosun û niha li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.
Rojnameger û derhênerê belgefîlman Hakan Tosun ku ji şeva 10’ê Cotmehê ve agahî jê nedihatin girtin, li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin. Tosun ê ku ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye derbkirin, rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku xwîn çûye ser mejiyê Tosun û li Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakura ya li Başakşehîr a Stenbolê tê tedawîkirin. Tedawiya Tosun a li beşa lênihêrîna awarte didome.
HAKAN TOSUN KÎ YE?
Tosun, di sala 1975'ê de li Stenbolê ji dayik bû. Di sala 1993’yan de bi destpêkirina weşanên radyoyên taybet re weke şêwirmendê teknîkê dest bi pîşeya xwe kir. Ji sala 1998'ê ve li Îzmîrê bicih bû û li vir ji bo gelek kanalên televîzyonê yên taybet operatoriya montaja nûçeyan kir. Ji sala 2009'an ve jî zêdetir xwe li ser çêkirina belgefîlman kûr kir û bi berhemên xwe yên têkildarî têkoşîna xweza, bajar û bûyerên civakî tê naskirin. Belgefîlmên weke “Ber bi Serbanan ve (Çatılara Doğru)", "Karkerên Tekelê (Tekel İşçileri)", "Meşa Mezin a Anatoliyayê (Büyük Anadolu Yürüyüşü)", "Veguherîn (Dönüşüm-Gentrification)" û "Berxwedana Valîdebagê (Validebağ Direnişi)" çêkir.