* Prof. Dr. Nasser Keramî bal kişand ser nîqaşên li ser veguhestina paytexta Îranê ku bi krîza av û hilweşîna zemînê re rû bi rû ye û diyar kir ku ev krîz encama polîtîkayên rejîmê ye û rejîm ne xwedî kapasîteya çareserkirina wê ye.
* Ahmet Turk ê ku got "Em ne ji demokrasiyê û ne jî feraseta xwe ya siyasî tawiz didin" bersiva rexneyên li ser pêvajoyê da, anî ziman ku divê dewlet li hemberî van fikaran gav biavêje. Turk got: "Azadiya kurdan dê gelê tirk jî azad bike."
* Ciwanên ku amadekariya ji bo meşa ku ew ê li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê Azadiyê re ber bi Jiyana Azad ve" lidar bixin didomînin, banga beşdarbûnê kirin.
* Endamê Komîteya Partiya Kes a Qibrisê Oz Karahan, diyar kir ku axa Rûman a ku li bakurê Qibrisê hatiye desteserkirin, ji bo ciwarbûnê hatiye vekirin û got: “Çareseriya tekane azadiya Qibrisê ye.”
* Danişîna 4’emîn a doza çeteyên fûhûşê ya li Şirnexê ku leşker jî di nav de ne dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (13.30)
* Li gelek bajaran dê ji bo Rojîn Kabaîşê meş û daxuyaniyê bên lidarxistin. (14.00-20.00)
* Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di 15’emîn civîna xwe de li ciwan û li jinan guhdarî bike. (14.00)
* Rewşa tenduristiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, dê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê bê şopandin.