ŞIRNEX - Welatiyekî xwest talankirina daran a li Çiyayê Gabarê bi telefona xwe bikişîne. Leşkeran, gef li welatî xwarin, telefona wî jê standin û dîmenên tê de jêbirin.
Qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê bênavber didome. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê zêdetirî 5 sal in bênavber dar tên birîn. Dar, di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” tê kirin.
Wliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, di civîna “Di rêveberiya cemaweriyê de cih û girîngiya keyayan” ku bi boneya 19’ê Cotmehê Roja Keyanan hat lidarxistin de axivî û got: “Li Şirnexê êdî dê dar neyên birîn. Em ê çavên xwe li kesên daran bi qaçaxî dibirin negirin.”
LI REXÊ GABARÊ YÊ BER SÊRTÊ DIKEVE TALAN DIDOME
Hat zanîn ku birîna daran a li Çiyayê Gabarê didome. Welatiyekê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, da zanîn ku li herêma di navbera gundê Avîlê yê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê û gundê Nihikê yê girêdayî navenda Şirnexê de birîna daran didome. Çavkaniyê, da zanîn ku dîmenên qirkirina daran kişandiye û li vê herêmê gelek tevdîrên leşkerî hatine girtin. Çavkaniyê da zanîn ku dîmenên wî bi telefona xwe kişandî ji hêla leşkeran ve hatine jêbirin, leşkeran tevahiya wesayîtên li herêmê hişyar kirine ku dîmenan nekişînin û dema wesayît ji bendên kontrolê derbas dibin jî bi dûrbînan tên şopandin.
Ji ber bertekên li Şirnexê, qirkirina daran derbasî rexê Çiyayê Gabarê yê ber milê Sêrtê ve dikeve kirin. Dar, di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tên kirin.
MA / Emrullah Acar