MÊRDÎN – Ji ber parvekrina nûçeyek têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê derheqê rojnamevan Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin.
Derheqê Midura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Degerê de, ji ber nûçeya bi ser neva “Îdiaya bêlêkolîn: Erkdarekî ewlehiyê reviyaye derve” ku li ser hesabê xwe yê X'ê parvekiribû, lêpirsîn hat vekirin. Deheqê Oznur Degerê de bi îdiaya “agahiyên şaş di nava gel de belav kiriye” lêpirsîn hat vekirin. Oznur Deger tevî parêzerê xwe li Serdozgeriya Komarê ya Qoserê îfade da.
Oznur Degerê diyar kir ku ew rojnamevan e û di nûçeya wê de ji sernavê zêdetir agahî hene û divê gumanên li ser erkdarê ewlehiyê bên lêkolînkirin. Oznur Degerê destnîşan kir ku divê guman û delîlên di nûçeyê de bên lêpirsînkirin û diyar kir ku ew dixwazin ku biryara nehêniyê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê bê rakirin.
