NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatin qetilkirin,; 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên JINNEWS’ê berhev kiriye, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatin qetilkirin; 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Di çeteleyê de hate destnîşankirin ku piraniya jinan ji hêla mêrên nêzî wan ve hatine qetilkirin. Jinek ji hêla zarokê xwe ve, 3 jin ji hêla mêrên ne xizmên wan ve, 3 jin ji hêla mêrên di asta hevberdanê de, 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 3 jin ji hêla mêrên ji hev veqetiyayîn ve, 5 jin ji hêla mêrên hevberdan ve û 2 jin jî ji hêla nasên xwe yên mêr ve hatin qetilkirin.
Ji van jinan yek li Edeneyê, 2 jê li Kayseriyê, 5 jê li Îzmîrê, yek jê li Yalovayê, yek jê li Denîzliyê, yek jê li Manîsayê, yek jê li Çanakkaleyê, 4 jê li Stenbolê, yek jê li Enqereyê, yek jê li Zonguldakê, 2 jê li Mereşê, yek jê li Çankiriyê, yek jê li Boluyê, yek jê li Edeneyê, yek jê li Sêrtê û yek jî li Kocaeliyê hate qetilkirin.
