ENQERE - Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê dê vê hefteyê pêşniyarqanûnên têkildarî budçeyên 4 wezaratan binirxîne.
Lijneya Giştî ya Meclisê û komîsyon, bi xebateke zêde dest bi hefteya nû dikin. Di Lijneya Giştî de dê hevdîtinên têkildarî Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina Qanûna Weqfan û Hinek Qanûnan de bidome. Pêşniyarqanûna ku muxalefet weke “zagona pêşkêşkirinê” pênase dike, bi sedema ku “dê qadên çandê yên şaredariyan pêşkeşî weqfên alîgir bên kirin” tê rexnekirin. Ji 19 xalên teklîfê 10 jê hefteya berê hatin qebûlkirin.
Piştî pêşniyarqanûna behsa xeberê bi dawî bû, dê piştre dê hevdîtinên li ser Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherandina Qanûna Bacan û Hinek Qanûnan û KHK’a Hejmar 631’ê hevdîtin bên destpêkirin ku weke “paketa bacê” jî tê binavkirin.
DÊ LI SER BUDÇEYÊN WEZARETAN HEVDÎTIN BÊN KIRIN
Di 11’ê Mijdarê de dê budçeya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, di 12’ê Mijdarê de budçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, di 13’ê Mijdarê de budçeya Wezareta Ciwan û Werzîşê û di 14’ê Mijdarê de jî budçeya Wezareta Çand û Turîzmê bên nîqaşkirin.
Rayedarên Wezareta Edaletê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê û Komîsyona Mafên Astengdaran a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê dê di 11’ê Mijdarê de li komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Astengdaran pêşkeşiyê bikin. Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Hak (HAK-ÎŞ), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) jî dê di 12’ê Mijdarê de li heman komîsyonê pêşkeşiyê bikin.
