WAN - Şînên ji bo endama YJA Starê Neslîhan Akgul û ji kadroyên pêşeng ên HPG’ê Bedirxan Abo li Wanê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo endama YJA Starê Neslîhan Akgul (Bêrîtan Alan) ku di 11’ê Çileya 2020’î de li Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû û yek ji fermandarên pêşeng ên HPG’ê Bedirxan Abo (Masîro Xabûr) ku di 27’ê Gulana 2020’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê şîn hate danîn.
ŞÎN BI GIRSEYÎ HATIN ZIYARETKIRIN
Ji bo Neslîhan Akgulê li Taxa Dere ya navçeya Artemêtê şîn hate danîn û şîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Bi sedan kes bi pêşengtiya MEBYA-DER, TUHAY-DER û Dayikên Aştiyê çûn serdanê.
Girseya ku li ser rêya diçe taxê kom bû, bi dirûşma “Şehîd namirin” û çepikan meş li dar xist. Girseyê, sersaxî ji malbatê xwest. Piştre jî girse çû serdana şîna Bedirxan Abo ya li Taxa Xaçortê. Girseyê heta mala şînê meş li dar xist û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Di şînê de sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre jî Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya axivî û got: “Heke em îro ziman û nasnameya xwe azad bijîn, ev bi xêra bedelên wan dayî ye.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û îşaret bi yekitiya gelê Kurd kir.
Serdan, piştî kirina duayan û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
