Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
- jin
- 10:00 02
Şêrîn Hesen ku di sala 2017’an de li Efrînê Nagihan Akarsel nas kiribû, got: “Jineke berxwedêr bû. Lewma bû hedefa deweleta mêrserdest.”
Şêrîn Hesen ku di sala 2017’an de li Efrînê Nagihan Akarsel nas kiribû, got: “Jineke berxwedêr bû. Lewma bû hedefa deweleta mêrserdest.”
Jinên ku tev li meşa TJA’yê ya bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” bûn, bi meşaleyan ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin.
Di danişîna doza Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzelê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
“Meşa em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” a TJA’yê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Sebahat Tuncel beriya meşê axivî û got: “Heke hûn bixwazin çûka aştiyê bifire, wê demê li birêz Ocalan guhdarî bikin.”
Endama DBP’ê Zînet Teymûr ku dê di meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve de cih bigire, got: “Hedefa me zelal e, azadiya rêbertiyê ye. Ji ber ku heta rêbertî azad nebe civak jî azad nabe.”
Jinên endamên DÎAYDER'ê daxwaz kirin ku pêşniyaza serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo axaftina Abdullah Ocalan li Meclısê were bicîhanîn.
Fîlîz Karakaş ku 30 sal berê li Gimgimê dest bi esnafiyê kir û esnafa jin a ewil a navçeyê bû, got: “Dema em hatin li sûkê tu esnafên jin tune bûn. Gelek zext li ser me hebûn lê em bi ser ketin.”
Çîmen Ciwanrudî diyar kir ku rejîma Îranê bi cezayên darvekirinê yên dide jinan re hewl dide gefê li jinan û civakê bixwe û got: “Gefa darvekirinê, nîşaneya herî şênber a tirsa rejîmê ya ji hevgirtina gelan e.”
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Gotina ekolojîk a li Bestayê Bilind bû” derket.
Berdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşînê de û got: “Bi jinan rêxistinkirî re em ê civaka demokratîk kolan bi kolan ava bikin.”
bo meşa TJA’yê ya bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê di 1’ê Cotmehê de li Amedê oxirkirineke girseyî were lidarxistin. Jinan, got ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Jinên ku bi dirûşmeya "Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat?" çalakî li dar xistin, gotin: "Em îdiayên xwekuştinê qebûl nakin û daxwaz dikin ku hemû aliyên mirina Rojînê bi tevahî werin eşkerekirin." Jinan bang li hemû jinan kir ku ji bo Rojîn Kabaîşê têkoşîna xwe ya kolektîf xurttir bikin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê anî ziman ku divê bi awayekî herî xurt xwedî li meşa TJA'yê ku dê di 1'ê Cotmehê de ber bi Enqereyê ve li dar bixe, bê derketin û got ku ji bo mayindebûna aştiyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.
Seroka MKG'ê Roza Metînayê rojnamevanên jin vexwend ku serî li Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetelli Ersozê bidin.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgorê bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê kir ku beşdarî meşa ku ji hêla TJA ve dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin û daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke azad û hevpar nû bikin.