Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire

  • jin
  • 09:07 20 Mijdar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta Mafên Jinan Sara Aktaş diyar kir ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ku li Rojhilata Navîn bilind dibe weke banga şoreşê ye û anî ziman ku têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire. 

 
Şerê mêtîngeriyê yê modernîteya kapîtalîst, li hemû cîhanê bû sedemê bilindbûna netewperestî, nijadperestî, polîtîkayên dijminatiya jinan, tevî ku Rojhilata Navîn welatê ewil ê mirovahiyê yê civakbûna li dor jinê teşe girtî be jî di nava pêvajoya dîrokî de, bû erdnîgariya ewil ku jin hatin perçiqandin û keda wan hate xwarin. Di atmosfera ku kapîtalîzma ataerkîl avakir de rewşa ku jin pê re rûbirû dimînin weke “qirkirin/jenosit” hate penasekirin. 
 
Jinên ku li her devera cîhanê li dijî “qirkirina jinê” rabûn ser piyan, ji şer, mêtîngerî, tundî û xizaniyê re got bes û li hemberî mafên xwe yên hatine bidestxistin, têkoşîneke bêrawestan nişandan. Jinên ku tevî qetilkirin, girtin, darvekirinê paş ve gav neavêtin û azadiya jinê veguherandin azadiya civakê, bi biryar in ku ji mafên xwe yên hatin xespkirin, heta qadên rêxistinkirinên nû sedsala 21’emîn bikin sedsala “Şoreşên Jinan”. 
 
 
Aktîvîsta Mafên Jinan-Nivîskar Sara Aktaş şerên ku hêzên modernîteya kapîtalîst derxistine û sedemên van şeran, bandora li ser jinan û têkoşîna jinan a li cîhan û Rojhilata Navîn bilind dibe ji ajansa me re nirxandin. 
 
Modernîteya kapîtalîst, li cîhanê li ser mîlîtarîzmê şerê xwe yê pergalê didomîne. Li dijî tundiya ji aliyê pergala kapîtalîst tê zêdekirin tevgerên jinan ên li cîhanê jî têkoşîneke mezin danîn holê. Li cîhanê rojevên bingehîn ên têkoşîna jinan çi ne? Têkoşîneke çawa tê dayîn?
 
 
Têkoşîneke jinan a tevgerên jinan li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst li her derê cîhanê bilindkiriye heye. Ev têkoşîn her ku diçe civakîtir dibe. Dibe ku tu serdeman evqas civakî nebûye.
 
Têkoşîneke jinan a tevgerên jinan li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst li her derê cîhanê bilindkiriye heye. Ev têkoşîn her ku diçe civakîtir dibe. Dibe ku tu serdeman evqas civakî nebûye. Elbet hin sedemên vê hene. Divê mirov diyar bike ku rewşa krîza ku modernîteya kapîtalîst di salên dawî de dijî bandorê li ser têkoşîna jinan dike. Ev krîz di gelemperiya jinê gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne û dibe sedemê şerê ‘hêz û desthilatê’. Em bi tabloyeke gelek giran ku van şeran diafirand re rûbirû ne. Li welatên tên hilweşandin xizaniyeke giran heye. Di nava vê tabloyê de herî zede jin bandor dibin. Li her derê cîhanê, encamên ku paradigmaya modernîteya kapîtalîst afirandine, jin di asta qirkirinê de weke polîtîkayeke dewletê bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan a hevpar bi awayekî zelal derdikeve holê. Sedemê yekemîn ê têkoşîna jinan a hevpar, li her derê cîhanê komkujiyên jinan hene. Mafê mirovî yê herî bingehîn ‘mafê jiyanê’ ji destê wan tê wergirtin. Jin li dijî wergirtina mafên wan ên jiyanê li hemû cîhanê têkoşîneke hevpar a cidî didin. 
 
Destkeftiyên jinan ên mezin ku di sedsala 19’emîn û 20’emîn de bi dest xistine hene. Em dibin şahid ku di salên dawî de li her derê cîhanê ev maf tên xespkirin. Li gelek welatên ku îdia dikin azadî heye û demokratîk in rewş wiha ye. Qedexeyên kurtajê hene, Peymana Stenbolê hate betalkirin. Ev peyman tenê Tirkiyeyê eleqedar nake, hemû cîhanê eleqedar dike. Welatên cuda jî helwesta betalkirina peymanê nişandan. Li dijî vê jî têkoşîneke hevpar hate meşandin. Li gelek welatan li dijî qedexeya kurtajê kolan dagirtin. Ev jî bû rojeveke ku hemû jinên cîhanê bînin cem hev. 
 
Rewşeke ku têkildarî rewşa giştî ya şer a xizaniyeke giran heye. Di nava vê xizaniyê de hemû keda jinan tê xwarin. Êdî xizantî bi jinan tê binavkirin. Jinan li dijî gelek ji van pirsgirêkan li gelek welatên cîhanê dînamîka têkoşînê pêş ve biriye û bûne hevkar. 
 
 
Li Rojhilata Navîn bi encamên êrişên li dijî jinan derketin holê re “qirkirina jinan” tê penasekirin. Li Rojhilata Navîn “qirkirina jinan” bi kîjan polîtîkayan tê kirin? Li hemberî vê tabloyê li dijî çi têkoşîn tê dayîn?
 
 
Li cîhanê navenda krîza piralî ku Serokatî weke ‘Şerê Paradîgmayan’ penase kir û weke Şêrê Cîhanê yê Sêyemîn tê zanîn Rojhilata Navîn e. Hêzên modernîteya kapîtalîst, bi şeran hewl didin vê krîzê jinûve derbas bikin. Ji ber vê yekê ketina nav hewldana dîzanykirina Rojhilata Navîn a ji nû ve. Ev dizaynkirin li ser şerên zayenperest, netewperest, olperest, mezhep, netew û çandî tê kirin.  
 
 
 Di tam vê noxteyê de di xeta têkoşînê ku jinan avakiriye de bandoreke çawa ya tevgera jinên kurd 
 
 ‘Jin jiyan azadî’ tenê ne dirûşmeyeke, li dijî hişmendiyekê tê wateya banga şoreşê. Li hemû cîhanê mêrtiya hatiye hilweşandin û nasnameya jinê a li dijî vê bilind dibe mijara gotubehsê ye. Bi vê yekê re em encameke din a bingehîn jî dibînin. Pirsgirêka azadiya jinê din ava pirsgirêkên civakî ya herî bingehîn e. Di tevgerên civakî de tu têkoşînên ku navenda wê jin nebin, nikarin bi encam bigirin. 
 
Sedemên ku zêdebûna van êrişan a li Rojhilata Navîn hene. Ya ewil dema em Rojhilata Navîn digirin dest em nikarin ji tevgera azadiya kurd û pozisyona jinên kurd cuda bigirin dest. Paradigmaya ku demokratîkbûyînê li Rojhilata Navîn ferz dike ‘paradîgmaya demokratik, ekolojik û azadixwaziya zayendî ye’. Bandora ku paradigmaya Rêber Apo ya berbiçav heye. Jinan ev paradigma ji xwe re girtine. Li Rojhilata Navîn bayê vê paradîgmayê tê. Tevgera jin a pêşengtiyê ji vê paradîgmayê re dike heye. Dîsa jinên gelên bindest û gelên li herêmê tev li tevgera jin a kurd dibin hene. Rojava mînaka vê ya herî şênber e. Ji ber vê yekê pergala serwer a zilam êrişî jinên ku ji bo vê têkoşînê mezin dikin dike. Em vê bi her awayî dibînin.
 
Hêzên modernîteya kapîtalîst ji têkoşîna jinên birêxistinkirî gelek ditirsin. Li dijî tevgerên civakî ku jin pêşengtiya wan dike tirseke mezin heye. Li Rojhilata Navîn û Cîhanê niha cihê desthilatên faşîst ên sedsala 20’emîn dîktatorên hilbijartî hene. Dizanin ku dînamîka bingehîn a pergala wan tüne bike tevgerên ku jin pêşengtiya wan dike ye. Ji ber vî awayî êrişeke zede dikin. 25’ê Mijdarê nêzîk dibe. Têkoşîna ku Xwişkên Mîrabel li Komara Domînîkê dane destpêkirin û hêj didome heye. Di vê wateyê de li dijî hemû tevgerên faşist û dîktatoriyên di sedsala 20’an de tevgerên civakî ku jinan pêşengtiya wan kirine serkeftinên mezin bi dest xistine. 
 
Li vir tişta şênber hêza birêxistinkirî kuı jinên kurd derxistiye holê, artêşa xweparastinê, paradigmaya bîrdozî ku spartiyê heye. Jin êdî têdikoşin, li dijî vê yekê disekinn û bingehîn ku ev encam derxistiye holê jî Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Jinan a Kurdistanê ye. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê berxwedan heye. Li Rojava jî pêvejoyeke heman a ji vê zêdetir heye. Ji ber dirûşmeyeke ‘jin jiyan azadî’ a belavî hemû cîhanê bûye heye. ‘Jin jiyan azadî’ tenê ne dirûşmeyeke, li dijî hişmendiyekê tê wateya banga şoreşê. Li hemû cîhanê mêrtiya hatiye hilweşandin û nasnameya jinê a li dijî vê bilind dibe mijara gotubehsê ye. Bi vê yekê re em encameke din a bingehîn jî dibînin. Pirsgirêka azadiya jinê din ava pirsgirêkên civakî ya herî bingehîn e. Di tevgerên civakî de tu têkoşînên ku navenda wê jin nebin, nikarin bi encam bigirin. Em vê jî dibînin.
 
Pergala kapîtalîst hewl da bi binkola çand û gelan pergaleke nû ava bike, lê li dijî vê yekê hem li cîhanê hem li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, têkoşîneke jinan derket holê. Gelo ji bo bigihin encamekê divê ev têkoşîn bi kîjan rê û rêbazê bê meşandin?
 
Li ser cîhanê pêdiviya xweparastinê di plana herî pêş de ye. Divê jin dest ji bendemayîna vê yekê ya ji pergalê û desthilata serwera mêr berdin. Ji ber vê yekê xwe bi rêxistinkirineke antîemperyalîst şert e. Bendemayîneke ji dewletê û mekanîzmayên dewletê temsîl dikin dê teqez mezin bidin windakirin. Li hem cîhanê hem li Rojhilata Navîn pêkane ku bêyî dewletê û hêzeke xweparastinê ya gel a antîemperyalîst bê avakirin û jin pêşengtiya vê bikin û pêdiviyeke bingehîne. 
 
Rêber Apo, dîroka şaristaniyê weke ‘dîroka şoreşa li hember’ penase dike. Pêvajoya şaristaniya serweriya zilam a li Rojhilata Navîn pêş ket weke pêvajoya şoreşa li hember penase dike. Dibêje li dijî vê yekê pêdivî bi şoreşê heye. Ez difikirim ku ev serdem ew serdem e. Di pêşengtiya jinên kurd de şertên pêvajoya ku em bikarin jê re bibêjin ‘Konfederalîzma Rojhilata Navîn’ û belavî temamî Rojhilata Navîn bûye pêk hatine û deriyê wê vebûye. Xala ku em binê wê bi israr xêz dikin ev e; Tu tevgerên civakî ku jin pêşengtiya wan nekirine nagihin armancekê. Li Rojhilata Navîn niha bingeha vê heye. Li Rojhilata Navîn dîsa jin dikarin pêşiya şoreşeke sîstematîk ava bikin. Di vê wateyê de li Îranê xeteke berxwedanê ya li dijî rejîmê ya beşên berfireh di nav de ne pêk hatiye. Divê ev belavî hemû Rojhilata Navîn bibe. Ev ji bo Rojhilata Navîn gelek jiyanî ye. Divê tifaqeke demokrasiyê ya berfireh a li dijî faşizm, pergala baviksalarî weke êniya demokrasiye were hunandin. Ez bawer dikim ku ev dê di pêşengtiya jinan de pêk were. Jin li Rojhilata Navîn hêzên herî dînamîk in ku vê ava bikin. Li ser cîhanê pêdiviya xweparastinê di plana herî pêş de ye. Divê jin dest ji bendemayîna vê yekê ya ji pergalê û desthilata serwera mêr berdin. Ji ber vê yekê xwe bi rêxistinkirineke antîemperyalîst şert e. Bendemayîneke ji dewletê û mekanîzmayên dewletê temsîl dikin dê teqez mezin bidin windakirin. Li hem cîhanê hem li Rojhilata Navîn pêkane ku bêyî dewletê û hêzeke xweparastinê ya gel a antîemperyalîst bê avakirin û jin pêşengtiya vê bikin û pêdiviyeke bingehîne. Bi taybetî ji aliyê Rojhilata Navîn ve têkoşîna ku jinên kurd didin ne tenê ji bo jinên kurd û gelê xwe ye. Li Rojhilata Navîn tenê li dijî jinên kurd şer nayê meşandin. Ev şer di heman deme de li dijî hemû jinan e. Li dijî baviksalariyê, mêtîngeriyê, faşîzmê, hilweşîna ekolojîk şerek tê dayîn. Ji ber vê yekê divê hemû jinên Rojhilata Navîn têkoşîna ku jinên kurd didin weke têkoşîna xwe bibînin û li derdora wê bibin yek. 
 
Dema ev yek pêk hat wê di demên pêşiya me de tevger û rêxistinên jin encamên gelek girîng û bihêz bidest bixin. Jin dê di 25’ê Mijdarê de li her derê cîhanê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Lê divê em bizanin ku xweparastin pêdiviya herî zêde a di rojevê de ye. Ji ber vê yekê divê hemû jinên cîhanê bi taybetî jî jinên Rojhilata Navîn tev li berxwedana bêhempa ya di pêşengtiya jinên kurd de tê meşandin bibin û hêzeke jinên yekgirtî ya antî-dewlet, antî-emperyalîst ava bikin. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel