STENBOL - Aktivîstên ku li dijî tundiya mêr-dewletê têdikoşin diyar kirin ku ne “pirsgirêka jinan” lê “pirsgirêka mêran” heye û wiha gotin: “Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe. Divê em her kesî ser vê heqîqetê bigihînin.”
Bi ser qetilkirina Xwişkên Mîrabel ku li Komara Domînîkê bûn sembola têkoşîna 31 salan a li dijî dîktatoriya Rafael Trujîllo re 63 sal derbas bûn. Ji têkoşîna wekhevî û demokrasiyê ya xwişkên Patria, Minerva û Marîa Teresa Mîrabal biryardariya di têkoşînê de ma. Ev biryardarî îro ji Şîliyê heta Amerîkayê, ji Meksîkayê heta Îranê, ji Tirkiyeyê heta Rojava, ji Efxanistanê heta Filistînê li her çar aliyên cîhanê didome. Di salên dawî de li seranserî cîhanê tundî bi qasî nayê texmînkirin zêde bûye. Di serî de şer, koçberî, tacîz, destdirêjî, krîza aborî û xizanî, jinên ku li dijî tundiya mêr-dewletê ya sînoran derbas dike têdikoşin, li ser şopa van her sê xwişkên weke “Perperok” tên binavkirin, bi biryardariya “Dinyayeke din pêkan e” rêya xwe didomînin.
Li Tirkiyeyê ku tundî bi polîtîkayên nêrza tê parastin, jin bi derfetên xwe daneyan berhev dikin û têkoşîna xwe didomînin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), di 10 mehên sala 2023’yan de 253 jin hatin qetilkirin, 194 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên JINNEWS’ê jî di 10 mehan de 264 jin hatin qetilkirin û 164 jinan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Anit Sayaç jî di 10 mehan de 330 jin hatin qetilkirin.
3 HEZAR Û 669 CARAN LI XETA TUNDIYÊ HATIYE GERIYAN
Tenê di nava 9 mehan de ji bo Xeta AlLîkariya Lezgîn a Tundiya Nava Malê ya Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) 3 hezar û 669 caran telefon hatiye kirin. Gelemperiya bûyerên tundiyê ya giliya wan hatiye kirin jî bûyerên tundiyên psîkolojîk û fîzîkî ne. Ji 15’ê cotmeha 2007’an heta niha jî ji ber tundiya nava malê bi giştî 91 hezar û 209 caran li vê xetê hatiye geriyan.
Daneyên heyî careke din nîşan da ku malên ku ji bo jinan weke “biewle” tên pênasekirin, ji bo jinan qadên herî bi xetere ne.
ÎSTÎHDAMA JINAN KET
Li gorî daneyên bêkariyê yên meha tebaxa 2023’yan ên Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); li welêt 3 milyon û 223 kes bêkar in. Rêjeya bêkariya di nava zilaman de ji sedî 7,5 û di nava jinan de jî ji sedî 12,6 hate texmînkirin. Li gorî rapora “Dîtbariya Bêkarî û Îstîhdamê” ya Navenda Lêkolînê ya Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR); di nava jinan de rêjeya bêkariyê ji sedî 31 û di nava zilaman de jî ji sedî 18,4 e. Bi vê yekê re di navbera jin û zilaman de rêjeyeke bi qasî ji sedî 12,6 e.
ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN
Li gorî daneyên TUÎK’ê; di sala 2022’yan de li dijî 31 hezar û 890 zarokan sûcê îstîsmarkirina zayendî hate kirin û ev rêjeye di nava 9 salan de rêjeya herî zêde hate tespîtkirin. Li gorî daneyên Îstatîstîkên Welidînê û Îstatîstîkên Zarokan; di sala 2021’an de 117 jê ji 15 saliyê biçûktir bi giştî 7 hezar û 190 zarok welidîn. Derketibû holê ku damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya G., keça xwe ya bi navê H.K.G. di 6 saliya xwe de bi murîdê xwe yê 29 salî re zewicandiye. Piştî ev bûyer derketî holê, îstîsmarkirina zarokan a di bin navê olê de jî careke din derketibû holê.
MECLISA BI ZÎHNIYETA NÊRZA
Yek ji qadên ku têkoşîna li dijî zîhniyeta nêrza lê tê domandin jî Meclis e. Di Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê de partiyên weke HUDA-PAR’ê ku partiya siyasî ya “Hîzbûllahê” ye ku di salên 90’î de bi cînayetên “kiryarnediyar” tê zanîn û Partiya Yenîden Refahê (YRP) ji lîsteyên AKP’ê ketin Meclisê. Bi vê yekê re têkoşîna jinan jî kete merheleyeke nû. YRP ku di pêvajoya hilbijartinê de Qanûna Hejmar 6284 û Mafê Nefeqeyê dikir mijara bazariyê di xebatên hilbijartinê de wêneyên jinan reş dikir û HUDA-PAR a ku ji bo jinên ezeb digot “Divê xwediyên wan hebin.” Vê yekê nîşan da ku dê polîtîkayên dijminatiya li jinan hîn zêdetir bibin.
Têkildarî pergala heyî û têkoşîna jinan em bi dilxwaza Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Gulnûr Aksop ku Meclisê ji nêz ve dişopîne û ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan re axivîn.
POLÎTÎKAYA DIJMINATIYA LI SER JINAN
Ji Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan diyar kir li welat her roja ku diçe tundiya li dijî jinan zêde dibe û rojane sê çar jin tên qetilkirin û got: “Ji roja ku pergala serdestiya zialaman xwe ava kiriye heta roja îro li dijî jinan tundî heye. Lê belê di salên dawî de tundiya zilaman bi destê dewletê hêzdar dibe û tê xelatkirin. Di medyayê de zimanek zayendperest heye, li darazê edaleta zilaman heye û ev dibin sedema ku tundiya li ser jinan zêde bibe. Tundiya zilaman bi betalkirina peymanên navneteweyî re, nesepandina qanûna jimara 6284’an a û astengiyên cihêreng re zêde dibe.”
TÊKOŞÎNA HEVPAR
Başalan da zanîn ku Tevgera Jinên Kurd û femînîst bi salane li dijî tundiyê û êrişên li ser jinan têkoşînek çalak didin û got: “Jinan destnîşan kir ku ew ê qet dest ji têkoşîna kolektîf û rêxistinbûyî bernadin. Li dijî her cure tundiyê çalakî tên kirin û gotin tên kirin. Li tijî tundiya zilam-dewletê têkoşînek serferberî tê kirin. Li dijî tundiya nav malê, tundiya di binçavan de û li dijî tundiya hêzên dewletê dikin, têkoşîn di asta herî jor de tê kirin. Jin her tim bi hev re û têkoşînê dikin. Me tu carî dest ji heqîqetê û têkoşînê berneda. A girîng piştevanî û rêxistinbûyîna jinan e.”
‘PIRSGIRÊKA ZILAMAN’
Başalan anî ziman ku ji bo pêşî li tundiyê bê girtin divê ewilî îradeya azad derkeve holê û axaftina xwe wiha domand: “Heta ku ev dernekeve holê wê tu jiyanek li ser zemîna wekheviyê pêk neyê. Ji bo jin azad bibin divê ewilî feraseta serdestiya zilam bê xerakirin. Ji bo jin xwe li ser pêya bigire û bibe xwediyê îradeyê jêvenegera me ye. Divê jin bir ola pêşeng di her cihî de bi awayek çalak cih bigirin. Dema em pênaseya tundiyê bikin divê em wek ‘pirsgirêka jinan’ pênase nekin, divê em wek ‘pirsgirêka zilaman’ diyar bikin. Tundiya li ser jinan tundiyek civakî ye. Heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe. Divê em vê heqîqetê empozeyî her qada jiyanê bikin. Zayendperestiya civakî pirsgirêkêk newekhev a civakî ye û yek ji pêşîn pirsgirêkê civakê ye. Divê di vî warî de polîtîka bikevin dewrê.”
JIYANEK AZAD
Dilxwaza EŞÎK’ê Gulnûr Aksop jî diyar kir ku ev pergal ji bo pêşî li tundiya li ser jinan neyê girtin çi ji destê wê tê dike û ewilî Peymana Stenbolê hat rakirin û niha jî çavê wan lê ye ku Qanûnî Medenî û Qanûna Jimara 6284’an bê rakirin. Aksop da zanîn ku ji bo mafên jinan ên hatine bidestketin û jiyana wan di bin xetereyê de ye û li dijî vê têkoşînek dûr û dirêj jî heye. Aksop got, “Di sedsala 21’emîn de em hê jî bi heman pirsgirêkan re mijûl in û em neçar in. Halbûkî tişta ku em dixwazin ev e; jiyanek wekhevî, azadî û bêtundî ye.”
MAFÊ NAFAQAYÊ
Aksop destnîşan kir ku di serdema nû de tê xwestin ku Qanûna Medenî ji serî ve were guhertin û got: “Destûra Bingehîn jî her ku diçe dibe wek Talîbanê. Li her qadên jiyanê derdora me tê dorpêçkirin. Qadên me tên sînordarkirin. Niha jî meseleya nafakê di rojevê de ye. Hem ji jinan re dibêjin, ‘sê zarokan çêke’ hem jî wan ji perwredehiya zewaca zû tê dûr dixin û hem jî destûr nadin ku jin bixebitin. Jin dema dev ji hevjînê xwe berdide bi zarokên xwe re bi tena serê xwe dest bi têkoşînek nû dikin. Jin mexdûr in û mixabin wezîrek jin ku zilaman mexdûr nîşan dide heye.”
HEVDÎTINA BI PARLAMENTERAN RE
Aksop da zanîn ku EŞÎK di 3’yê cotmehê de bi parlamenterên jin ên partiyên muxalîf re hevdîtin kiriye û wan bi parlamenteran re der barê mijarên jinan de her tiştî nîqaş kiriye û xwestine bi hevparî li dijî tundiyê û neheqiya li ser jinan têbikoşin.
‘HETA KU JIN AZAD NEBE, CIVAK AZAD NABE’
Aksop anî ziman ku mafê nafaqayê û guhertina tê xwestin di Qanûna Medenî de bê kirin tenê ne jinan eleqedar dike û wiha got: “Ev meseleya me hemûyan e. Rewşa perwerdehiyê li holê ye. Dersên dîn hatine zêdekirin. Mixabin ev detshilatdarî li gorî serê xwe gavan diavêje û Tirkiyeyek nû ya li gorî xwe diafirîne. Desthilatdarî li ser saziya malbatî dixwaze jiyanê bit eşe bike. Desthilatdarî dixwaze zilaman bike şirîkê xwe. Çimkî wek din nikare serdestiya xwe bidomîne. Dixwaze bi ser malbatan re, bi ser jinan re bawerî û bîrdoziyek bi afirîne. Divê em destûrê nedin vî şansê desthilatdariyê. Divê ji bo hemwelatiya wekhev, jiyanek bê tundî û ji bo demokrasiyê têkoşînek xurt bê dayîn. Divê li dijî destkeftiyên jinan piştevanî û yekbûn hebe. Heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe. Heta ku rastiya wekheviya civakî pêk neyê wê li welat demorkasiyek rasteqîn pêk neyê. Divê her kes li gorî vê zanebûnê tevger bike.”
AMADEKARIYÊN 25’Ê MIJDARÊ
Aksop bal kişand ser xebatên 25’ê Mijarê û rêxistinên jinan dest bi amadekariyan kirine û xebatên EŞIK’ê yên ji bo 25’ê Mijdarê didomin û xwest hemû jin beşdarî meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.
MA / Rûkiye Adiguzel - Esra Solîn Dal