ÎZMÎR - Behiye Yalçin a 70 salî ku 2 caran hatiye girtin û keça wê di vê rêçê de jiyana xwe ji dest daye, tu carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke bi rûmet bernedaye.
Li Tirkiyeyê israra neçareserkirina meseleya kurd, bi xwe re polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê anîn. Lê derdorên xwe li dijî van polîtîkayan bi rêxistin dikin jî li hemû qadên jiyanê têdikoşin. Dayikên ku di vî şerê li dijî kurdan de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane jî, di sala 1996'an de Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ava kirin û bi salan e li dijî şer xwe kirine mertal.
Yek ji van dayikan jî Behiye Yalçin a 70 salî ye. Yalçin ku yek ji damezrînerên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ye, 24 sal in bênavber têdikoşe. Yalçin ku li gundê Tepê yê Bismil a Amedê hatiye dinê, piştî hat zewicandin ji ber pirsgirêkên aborî di sala 1996'an de tevî malbata xwe koçî Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê kir.
Malbata Yalçin ku li Îzmîrê bi cih bû, ji ber nasnameya xwe ya kurdbûyînê bûne hedefa zextan. Di sala 1991'ê de piştî îtirafkarekî li ser wan îfade da Yalçin û hevjînê xwe Abdullah Yalçin bi hev re bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" hatin binçavkirin. Hevjînên hev ku piştî 14 rojên di binçavan de hatin berdan, ji wê çaxê ve bûn hedefa dewletê.
Yalçin ku di sala 1994'an de car din hat binçavkirin û girtin, 20 mehan di girtîgehê de ma. Paşê di sala 2012'an de bi îdiaya "avakirina meclisên bajêr" careke din hat binçavkirin û 14 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Yalçin salek bi şûn de dîsa hat binçavkirin û 4 rojan di binçavan de ma. Herî dawî Yalçin bi hinceta di 24'ê Adara 20224'an, bi hicneta tev li çalakiya 1'ê Îlonê û 8'ê Adarê bûye hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Yalçin nêzî 3 mehan di girtîgehê de ma û hat berdan.
Zarokên Yalçinê jî nesîbê xwe ji zextan girtine. Keça wê Sevîm Yalçin li dijî van zextan, di sala 1992'yan de tev li PKK'ê bû. Yalçin ku xeber ji keça xwe negirt, di sala 1995'an de ji rojnameyê pê hesiya ku keça wê jiyana xwe ji dest daye. Yalçin hê jî nizane cenazeyê keça wê li ku derê ye.
Yalçin ku di sala 1996'an de xebatên xwe li Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) domand, di sala 1999'an de di Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê de cih girt. Têkoşîna Yalçin ya ji bo jiyaneke bi rûmet 24 sal in bênavber didome.
'ME JI BO BIMIRIN EW MEZIN NEKIRIN'
Dayika çar zarokan Yalçin bal kişand ser sedema ku çima bûye Dayika Aştiyê û got: "Tu kes ji bo bimirin zarokên xwe mezin nake. Her kes dixwaze bi zarokên xwe re bi aramî bijî. Lê me ew roj nedîtin. Zarokên me di bin zilm, zext û tirsê de mezin bûn. Lewma em li her derî dibêjin aştî."
DIXWAZE AŞTÎ BÊ CÎHANÊ
Yalçin bibîr xist ku ji bo aştiyê ketine nava hin hewldanan û got ku ji bo vê bi rêxistinên hiqûqê û dayikên leşkerên jiyana xwe ji dest dane re hevdîtin kirine. Yalçin destnîşan kir ku tevî ev qas zilm û zordariyê jî doza aştiyê dikin, lê daxwazên wan esas nayên girtin. Yalçinê bilêv kir ku li gelek deverên cîhanê xwîn dirije û got: "Niha li rojavayê, li Ûkraynayê, li Filistînê xwîn dirije. Li her derî komkujî û şer heye. Li Filistînê bi sedan pitik hatin kuştin. Ev hovîtî ye. Tenê ne ji bo kurdan, bila ji bo hemû cîhanê aştî bê."
Yalçin anî ziman ku astengiya herî mezin a li ber aştiyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyana tu kesî ne rihet e. Bila tecrîd bê rakirin. Bila her kes bi xwişk û biratî bijî. Em dayikên aştiyê ne û jiyaneke bi rûmet dixwazin."
MA / Delal Akyuz