Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin

  • jin
  • 13:27 22 Mijdar 2024
  • |

RIHA – Navenda Piştevaniya Jinan a qeyûm 7 sal berê li Wêranşarê girtibû, bi dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinîn” hate vekirin. 

Qeyûmê li Şaredariya Wêranşar a Rihayê hate tayînkirin, di 9’ê çileya 2017’an de Navenda Piştevaniya Jinê girtibû. Navenda behsa xeberê, piştî 7 salan dîsa ji hêla şaredariya ketiye destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate vekirin. 
 
Navend, li Parka Belediyeyê ya li ser Cadeya Ceylanpinarê ya Taxa Kişlayê ye. Şaredariya Wêranşar a Rihayê Bedriye Yorgun û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû tev li merasîma vekirina navendê bûn. Di vekirinê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî pankarta "Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" hate daliqandin. Gelek jin bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vekirinê bûn.
 
Beriya vekirinê, jinên cil û bergên neteweyî li xwe kirin li ber stranan govend gerandin. 
 
Sema Aîşeoglû di vekirinê de bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û wiha got: “Weke jin em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Em qebûl nakin ku destkeftiyên jinan bên paşguhkirin.”
 
Hevşaredar Bedriye Yorgun jî diyar kir ku 25'ê Mijdarê roja ku jin bi têkoşînê bi ser ketine ye û got ku jin paşdegavê naavêjin.
 
Bedriye Yorgun da zanîn jin ji bo aştiyê li qadan e û der barê polîtîkaya qeyûman de ev peyam da: “Ji aliyê qeyûm ve tê xwestin îradeya jinan bê tunekirin. Ez polîtîkaya qeyûman şermezar dikim. Em bi hilbijartinan hatin, em ê bi qeyûman neçin. Ji bo xurtkirina hevgirtina jinan pêwîstiya me bi navendeke wiha hebû. Spas ji bo hewldanên her kesî.”
 
Piştî vekirinê, jin çûn serdana navendê.