Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin
- jin
- 13:23 24/11/2022
Jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê were lidarxistin banga tev li bûna xurt kirin, bi lêv kirin ku li dijî tundiyê wê li qadan dengê xwe bilind bikin.
Jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê were lidarxistin banga tev li bûna xurt kirin, bi lêv kirin ku li dijî tundiyê wê li qadan dengê xwe bilind bikin.
Lîstikvana şanoyê Şîlan Alagoz ku diyar kir ku desthilat bi kodên netewperest û olperest di qada çand û hunerê de tundiya li ser jinê rewa dike û wiha got: “Di hunerê de hişmendiya ku ‘jin nikare bike’ serwer e. Êdî em bi têkoşînê li ser dike bi qêrînê, stranên xwe dibêjin û lîstikên xwe dilîzin.”
Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo meşa ku dê bi pêşengiya TJA'yê li Geverê bê lidarxistin bang li jinan kirin û gotin: “Em ê bi dirûşme û felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' dê qadan tije bikin û vê sedsalê bikin sedsala jinê.”
Kongra Star diyar kir ku şoreşa wan her roj rastî êrişên cuda tê û wiha got: “Ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinan pêk bînin. Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e.”
Jinan diyar kir ku li Kurdistanê leşker û polîs jî daxilî nava kiryarên ku tahdeyê li jinan dikin bûne û wiha gotin: "Rêxitinbûyîna jina kurd wan çavtirsandî dike, lewma naxwazin jin xwe birêxistin bikin. Lê em ê bihêz bibin û bi ser bikevin."
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk ji bo meşa ku dê li Êlihê bi pêşengtiya TJA’yê bê lidarxistin bang kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya mêr, dewlet û polîtîkayên şer.
Li Şengalê jinên êzidî ku di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de mal bi mal digerin û jinan birêxistin dikin diyar kirin ku jin bi fikra Ocalan xwe birêxistin kirine û gotin: "Kesên ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin."
TJA û HDP'ê têkildarî bernameya 25'ê Mijdarê li Stewrê serdana gel kirin.
TJA di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gundê Avgamasya yê Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de hat diyarkirin ku dê têkoşîna jinan a li dijî pergala mêrserdest bidome.
Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê bi rê ve birin û gotin: “Em xwedî li mûyê porê xwe, mafên xwe û azadiya xwe derdikevin û berxwedanê mezin dikin.”
Zilamê bi navê Z.S. ku li navçeya Bergamayê jina bi navê Ozlem G. qetil kiribû, hate girtin.
Li Şirnexê jinên ku li hemû qadan li dijî hişmendiya serdest a mêrî têdikoşin gotin: "Jin, jiyan û azdî ye. Divê em li dijî neheqî û tundiya mêran bibin yek."
TJA û HDP’ê ku li Nisêbînê têkildarî 25’ê mijdarê daxuyaniyeke hevpar dan, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ku pêşketinên berxwedana jinan ên li dijî pergala zilamsalariyê êdî bi awayekî herikbar xwe diguherinin û geştir dibin.
Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Amed û Antalyayê banga beşdariya çalakiyên dê li dar bixin kirin.
Jina bi navê Ozlem G. li navçeya Bergamayê ji hêla zilamê bi navê Z.S. ve hat qetilkirin.