Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
- jin
- 09:54 07/7/2022
Dayika Şemiyê Sarê Demîr a ku bêyî kujerên kurê xwe bibîne koça dawî kir. Keça wê û hevala wê ya tekoşînê qala dayika Sarê kirin û gotin: "Ew li dijî şer mertela zindî bû. Di rêya tekoşînê de hîç newestiya. Heta kêliya ku mir jî digot, ‘Li vê dinyayê nebe jî ez ê li wê dinyaya din hesab ji wan bixwazim’."