Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
- jin
- 18:52 26/7
Li ser cezayê li endama Meclisa DEM Partiyê Îlknûr Bîrol hatibû birîn, teqez bû, ew birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
Li ser cezayê li endama Meclisa DEM Partiyê Îlknûr Bîrol hatibû birîn, teqez bû, ew birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi komeke siyasetmedar û aktîvîstên jin re hatin gel hev.
Danezana “Komxebata Plana Stratejîk a Jinê” a ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hat lidarxistin, hat eşkerekirin. Di danezanê de bal kişand ser xebatên jinan û projeyên dê bikevin meriyetê.
Li navçeya Bodrûmê Husne Topal ji hêla zilamê bi navê Omer A., ê dest ji hev berdabûn hate qetilkirin.
Girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ne, di serî de li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û bi giştî li dijî biryara darvekirina 3 aktivîstên jin li baxçeyê Girtîgeha Evînê dest bi çalakiyan kirin.
Di atolyeyên ku Meclisa Jinan a DBP’ê û TJA’yê li ser polîtîkayên şerê taybet organîze kirin de jinan diyar kirin ku pirsgirêkên herî mezin ên taxan fihûş, tiryak, tacîz û tecawiz e.
Nazîre Kavakli ya li Odemîşê bi tena serê xwe dijya û ev du roj in tu agahî jê nedihat girtin, di mala xwe de wek mirî hate dîtin.
Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de li navçeya Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist.
Jinên ji bo Demokrasiyê ku avakirina xwe ragihandin bi gotina “Em destûr nadin ku di bin navê qeyûm de îradeya me desteser bikin û destkeftiyên jinan ji holê rakin” banga têkoşînê li jinan kirin.
Li Rihayê di qenaleke avê de cenazeyê jina bi navê Rahîme Demîragi hate dîtin.
Parlamentera DEM Partiyê Ozgu Sakî destnîşan kir ku PDK û AKP ji bo “Şoreşa Rojava” bifetisîne û erdnîgariyê têxe bin kontrola xwe her tiştî dike û anî ziman ku divê jinên kurd û femînîst dê bi xetekî têkoşînê ya nû û hevkariyê li hember vê yekê bisekine.
Madeya bikaranîna paşnavê yekem ê jinan ku piştî zewacê betal dikir ji 9’emîn Pakêta Darazê hate derxistin.
Mehmet Demîrhan ê li Amedê di nava kolanê de Hîlal Kar qetil kir, meheke hêj nehatiye girtin. Xwişka Kar û parêzera wê xwest lêpirsîn were berfirehkirin.
Jinan li navçeya Peyasê atolyeya polîtîkayên şerê taybet li dar xistin.
Di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan ya li Wanê de jinan bal kişandin ser pirsgirêkên bajêr û diyar kirin ku divê di meclisên şaredariyan de jin bibin xwedî temsîliyet û çareseriyê pêş bixînin. Jinan diyar kir ku wê li dijî her cureyê polîtîkayên şerê taybet û tundiyê têbikoşin.