‘Rizgarî bi berxwedaneke pev re pêkan e'
- jin
- 09:00 04/8/2020
Jinan diyar kir ku bi hedefgirtina Peymana Stenbolê re zemîna "komkujiyên jinan" tê amadekirin û gotin, rizgarî bi "rêxistinbûn û berxwedana pev re" pêkan e.
Jinan diyar kir ku bi hedefgirtina Peymana Stenbolê re zemîna "komkujiyên jinan" tê amadekirin û gotin, rizgarî bi "rêxistinbûn û berxwedana pev re" pêkan e.
Rêxistinên jinan, li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê, di 4-5’ê tebaxê de bi şîara “Em dev ji mafên xwe bernadin” li gelek bajaran dadikevin qadan.
Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got: “Em jin, berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî yên ku tevî hemû zilm û îşkenceyê li wan hatin kirin li ser piyên xwe man, careke din silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye.”
Li herêma Mêrdîn di mehekê de 7 jinan "întîhar" kirin. Bi dehan jin jî bi tundiyê re rû bi rû man. Têkildarî întîharan û daxwaza betalkirina Peymana Îstanbulê nûnerên rêxistinên jinan ên li Mêrdînê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê întîhar, tacîz, tecawiz û tundî zêde dibe.
Piştevaniya Morê, di 'ê Tebaxê de wê ji bo rojekê atolyeya xweparastinê li dar bixe. Endama Piştevaniya Morê Buşra Yeşîlbaş, destnîşan kir ku divê jiyan bi her awayî bê parastin ü got: "Em ê nehêlin pergala mêrî têkoşîna me têk bişikîne."
Endama Komîsyona Jinan a Baroya Dersîmê Parêzer Fatma Kalsen, anî ziman ku bi daxwaza vekişîna Peymana Îstanbulê armanc dikin ku "Hiqûqa şerîatê" têxin meriyetê û wiha got: "Divê jin li dijî vê yekê bibin yek.
Parêzer Betul Çetîn ku ji aliyê mêrê berê bi hevre bûn tundî lê hat kirin û birîndar bû, diyar kir ku eger Peymana Îstanbul û xala zagona 6284'an têxin mireyetê dê jin birîndar nebin û tundiyê nebînin.
Jinan anî ziman ku feraseta erkî hebûna jinan wekî tehdîtekê dibîne û gotin, devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî dereçaxî ye.
Dayika Buşra Yabaşkûl ku beriya demekê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin Zûhal Înce, derbarê Peymana Stenbolê de ev tişt got: “Di demeke ku em li benda edaletê ne ew dixwazin peymanê rakin. Tê xwestin ku jin bê parastin bimînin.”
Aktîvîsta TJA'yê Aynûr Sarica diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo parastina mafên jinan e û ew ê xwedî li wî mafê xwe ango xwedî li Peymanê derkevin.
Li taxa Yenîşehîrê ya Mêrdînê Berfîn Alça ya ji ber sedemeke nediyar bi çeka bavê xwe tê gotin întîhar kiriye û bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Karkerên jin komkujiyên şermezar kirin û destnîşan kirin ku tehemûla wan nemaye.
Platforma Demokrasiyê ya Bergama, bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û got: "Peymana Îstanbul jinê dide jiyandin."
Parêzer Şukran Eroglu, destnîşan kir ku nêviyê civakê ji jinan pêk tê û hikûmet dixwaze jinan ango nêviyê civakê tune bike. Prz. Eroglu, da zanîn ku eger Tirkiye Peymana Îstanbul betal bike dê hêzên navneteweyî li dijî Tirkiye helwest bigirin û got: "Êdî Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye."
Nûnerên jin ên Amedê bertek nîşanî daxwaza betalkirina Peymana Îstanbul dan û diyar kirin ku betalkirina peymana Îstanbul ne karê aqilan e. Jinan diyar kirin ku ew ê ji bo civakek azad têkoşîna xwe berdewam bikin.