TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
- jin
- 16:35 10/5/2020
Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta Roja Dayikan gora Taybet Înan a li Slopiyê polîsan ew kuşt û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma ziyaret kirin.
Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta Roja Dayikan gora Taybet Înan a li Slopiyê polîsan ew kuşt û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma ziyaret kirin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta Roja Dayikan daxuyanî da û diyar kir ku di vê roja dayikan de îqtîdar razî dibe ku dayik li ser gorên zarokên xwe nobetê bigirin û wiha got: "Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne. Îqtîdara AKP-MHP'ê razî ye ku dayikên Kurdan li ber kêlê gorên zarokên xwe nobetê bigirin".
Endama Komîsyona Jina ya ÎTO'yê Încîlay Erdogan, bal kişand ser hiyerarşiya zayendparêz a di qada xizmeta tenduristiyê de û got. "Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e."
Hevberdeka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku bi tevnên piştevaniyê yên di dema şewbê de hatine avakirin rêxistinbûyîna civakiyî ya ji bo jiyaneke nû pêkan e û got, pêşengiya vê yekê jî wekî serdema neolîtîkê divê jin bikin.
Li navçeya Peyasê 3 jin di dikanek terziyê de hatin gelhev û bi armanca piştevaniyê dest bi çêkirina rûpoşên bêpere krin. Jin wê rûpoşan bidin mirovên pêdiviyên wan heyî.
Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê têkildarî Roja Dayikan diyar kir ku ew têkoşîna dinyayek ku jin û zarok neyên qetilkirin biafirînin birêve dibin.
393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, ronakbîr û aktivîst li dijî qanûna înfazê ya cihêkar metneke hevpar îmze kirin û banga guhertina qanûna înfazê kirin.
Navenda Piştevaniyê ya Jinê ku di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin, di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jina dike. Hevşaredar Şevîn Alaca, anî ziman ku armanca wan ew e ku vî bajarî bikin ku jin rihetir lê bijîn.
Dayika ku xizmetkara tenduristiyê ye Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ji meha Adarê heta niha ber karê zêde rêya malê nabînin û nikarin wexta xwe ji zarokan re veqetînin. Gurkan, anî ziman ku rayedar zorê li wan dikin ku yan zarokan an jî kar hilbijêrîn û wiha got: "Hin dayik jî ji ber zextên hevjînê xwe ya dê şewbê bîne malê nikarin biçin malê."
Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye û ji hêla tundiya li ser jinan ve şertên pêvajoyê xetereyên jiyanî derxistiye holê.
Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora 4 mehan aşkera kir û got: "Di 4 mehan de li 12 bajaran mafê 141 jinan û mafê 63 zarokan hatiye binpêkirin."
Ozgur Tarhan ê Ayşe Karaman qetil kiribû hatibû berdan. Meclîsa Jinan a Enqereyê bertek nîşanî berdana Tarhan da û xwestin Tarhan dîsa were girtin.
TJA û Rêxistina HDP'ê ya Êlih derbarê êrîşa li dijî Şaredariya Qersê de daxuyanî dan û gotin: "Wekî TJA em soz didin ku dê tu carî dev ji destkeftiyên xwe bernedin û em ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê têbikoşin."
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navendan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê şermezar kirin. TJA û Meclisa Jinan anîn ziman ku tu carî dev ji destkeftiyên xwe ên bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û ugotin: "Em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gelan ya AKP-MHP’ê bidomînin.”
A.Ç ji 14 saliya xwe heta niha diçe paqijiya malan dike û niha jî ji ber şewbê bêkar maye. A.Ç ya ku çareserî di zewacê de dît, piştî zewicî bêtir rastî tundiyê hat û zewac lê bû îşkence. A.Ç. bi têkoşîna li dijî zehmetiyan mînak e.