Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin
- jin
- 12:30 23/11/2019
Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 mehan de 35 jin hatin kuştin û 57 jinan jî xwe şewitandin. 207 jin jî, bi awayeke bi guman şewitîn, an jî xwe şewitandine.
Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 mehan de 35 jin hatin kuştin û 57 jinan jî xwe şewitandin. 207 jin jî, bi awayeke bi guman şewitîn, an jî xwe şewitandine.
Pispora Karê Civakî Belgîn Işik, derbarê paketa nû ya darazê ya derbarê jin û zarokan bê sererastkirina de axivî û got: “Bi sînordarkirina nafakayê wê jinan hepsî malê bikin û tundiya li dijî jinan zêdetir bikin. Ev jî wê welat 30 salan paş bixe.”
Jinên Bajaroka Perîyê ya Dersimê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin, bertek nîşanî ayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li Qadan bin û li vîna xwe xwedî derkevin.
Li Şaredariya Sêrtê, piştî sepana JinKart ku jin pê bi awayekî daketî li wesayîtên rêwitiya komî siwar dibin, niha jî 5 jinên ajokar derbasî dîroksiyonê bûn û dest bi dayina xizmetê kirin.
Jinên rihayî lîstîka 'Kozik' ku ji aliyê Koma Şanoya ya Mencel a Wanê ve tê lîstin, temaşe kirin.
Jinan li Enqereyê banga beşdariya meşa 25’ê Mijdarê kir. Jinan li Edene û Antalya jî kartên pitşevaniyê ji jinên girtî re şandin. Jinên Anarşîst jî li Stenbolê daxuyanî dan.
Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a mijdarê aşkere kir û diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP'ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêd edike.
Parêzer Sena Yazibagli Gul, diyar kir ku sererastkirinên mîna "nefaqa xîzaniyê" û "zewaca di temenê biçûk de" ku di paketa duyemîn a Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê de cih digirin, zewaca di temenê zarokatiyê de meşrû dikin û bi vê tê tê xwestin ku desftkeftiyên jinan bên tunekirin.
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Stenbolê Pinar Turk, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê jin li hemberî şideta zilaman û dewletê têdikoşin û got, ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê qîrîna "em dixwazin bijîn" hîn bêtir bê bilindkirin.
Aktîvîstên TJA'yê yên Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji girtiyên jin re qertênn piştevaniyê şandin.
Payîz Tûrsûn ku bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandibû, di 52 saliya xwe de çû zanîngehê û bi navê "Payîza emrê min, bihara dilê min" pirtûkek amade kir. Tûrsûn, ji bo pirtûka xwe got: "Xeyala min a zarokatî û ciwantiyê."
Wê Komîsyona LGBTÎ Jin a TGS'ê jî di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "em jî hene" dakeve qadan. Endama komîsyonê Gulfem Karataş, bal kişand ser pirsgirêkên ku rojnamevanên jin bi wan re rû bi rû dimînin û gazî jinan hemûyan kir ku dakevin qadan.
Jinan di daxuyaniyên li bajarên dan de banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê li her kesî kirin.
Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çalmak ku heya roja îro tevlî çalakiyên jinan nebûye, diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car tevlî çalakiyeke jinan bibe û bang li jinan kir ku biherikin qadan.
Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinê didome. Jinên ala ji dest Xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan qanûnan û wekheviya zayendî wê careke din dakevin qadan.