Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
- jin
- 09:12 01/3/2019
Jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, wê di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê pêk bînin. Jin, ji niha ve amadekariyên mîtîngê dikin. Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li jinan kir û got: "Bila tecrîd rabe, aştî çêbibe; em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin."
