'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’

  • rojane
  • 09:02 15 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê xweşguzarî û hiqûq neyê û wiha got: “Divê li fikrên Abdullah Ocalan jî were guhdarîkirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.” 
 
Di rûniştina ewil a serdema nû ya qanûnsaziyê ya Meclisê de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan. Piştre jî got: “Em dikevin serdemeke nû. Dema em ji bo cîhanê daxwaza aştiyê dikin de hewceye em aştiya welatê xwe jî pêk bînin.” Nîqaşên li ser gotinên Bahçelî hêj didomin. Yek ji endamên avaker ên AKP’ê, parastvana mafên mirovan û zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal têkildarî pirsgirêka kurd û çareseriyê wê axivî. 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE SIYASÎ YE’
 
Unsal, diyar kir ku pirsgirêka kurd ji damezirandina komarê heta niha bingeha xwe ji zîhniyeta netewe-dewletê ya etnîk, bawerî û zimanên din “tune dihesibîne” digire û wiha got: “Komên siyasî yên wê demê wisa difkirîn ku dê etnîk û zimanên din rê li ber dabeşbûnê vekin û xakê biçûk bikin. Lewma jî serî li polîtîkayeke yekkirinê ya hişk dan. Wê serdemê netewe-dewlet weke siyaseta sereke dihat dîtin.”
 
Unsal, got ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke siyasî ye û ev nirxandine kir: “Ji ber ku di vê mijarê de di nava gel de pirsgirêkeke mezin nîne. Bingeheke ku gelên li welêt bi hev re bijîn heye. Ev yek, hem di kevneşopiya me de heye hem jî di serdema nû de mînakên erênî hene. Bi milyonan kes bi zimanên cuda diaxivin, bêguman dê biaxivin. Bijareyên avaker dibe ku weke gefekê bibînin lê di nava civakê de zimanên cuda weke dewlemendiyek tê dîtin. Lewma jî pirsgirêkeke siyasî ye. Nêzikatiyên cihêkar ên di siyasetê de rê li ber aştiya civakî digirin.” 
 
‘PIRSIRÊKA HEMÛ CIVAKÊ YE’
 
Bi domdarî Unsal destnîşan kir ku pirsgirêka kurd li ser medyaya navendî û di nîqaşan de li ser bingeheke rast nayê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Ez dişibînim vê; ji bo kesên wekî me ku di serdema qedexeyê de nedikariyan biçin dibistanê, pirsgirêka sereke dersok bû. Ji ber ku yekser ew jê bandor dibûn, kurdan ev mijar dikirin rojev. Lê belê tevahiya civakê bi awayekî neyînî jê bandor dibû. Lewma jî divê weke pirsgirêka tevahiya civakê were dîtin. Ji ber ku me pirsgirêka kurd çareser nekir, civaka me her ku diçe bêhtir paş dikeve.” 
 
‘DIVÊ FIKRÊN ABDULLAH OCALAN BÊN PARVEKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Unsal anî ziman ku li Tirkiyeyê dem bi dem “pêvajoyên guftûgoyê” hatine jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê pêvajoya dawî bi erênî encam nebû. Lê ev nayê wê wateyê ku bi dawî bûye. Ji ber ku pirsgirêk didome û divê pêvajoyên nû yên aştiyê hebin. Heke pêvajoyeke nû dest pê bike, divê muxatab di pêvajoyê de cih bigirin. Em dizanin ku aktorê herî girîng ê ku bikare bangî gelê kurd bike, Abdullah Ocalan e. Divê Tirkiye fikrên wî parve bike û dîsa dest bi pêvajoya aştiyê bike. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê li Tirkiyeyê xweşguzarî û hiqûq tune be.” 
 
‘DIVÊ CIVAK QEDERA XWE BIGIRE DESTÊ XWE’ 
 
Unsal, axaftina xwe wiha domand: “Îktîdara ku pirsgirêkên civakê çareser nake, ji bo domandina hebûna xwe hewl dide di navbera gelan de bêbaweriyeke çêker ava bike. Hêza ku ji derve tê nava civakê dê çi bike? Em jê re dibêjin ‘Divide and rule’, anku ji hev parçe bike û birêve bibe. Dema komên cuda hev weke gef dîtin, mimkin nîne civak bikare were cem hev û rêbazên demokratîk hebin. Heke kom hev weke gef bibînin vaye wê demê pêdivî bi wesayetê heye; ew jî yan hêzeke biyanî yan jî hêza leşkerî ye. Siyaseta afirandina nefretê ya di navbera gelan de, helwesteke erzan e. Divê êdî civak qedera xwe bigire destê xwe. 
 
Îro li gelek deveran civakên pirzimanî û pirnetew bi hev re dijîn. Anku dikarin bi hev re baş bijîn. Ev ne tenê berhemên serdema nû û şaristaniya rojava ne. Di nava camîaya misilmanan de jî Peymana Medîneyê heye. Dema me pêxemberê me (Hz. Muhammed) diçe Medîneyê, li wir civakeke pirçandî û pirolî heye. Cihû, muşrîk, misilman tevek tên ba hev û di navbera hev de peymaneke ku bikarin bi hev re bijîn çêdikin. Ew pergal wisa hatiye avakirin. Ji bo bijîn hewce nîne kesek ziman û ola xwe biguherîne." 
 
MA / Yeşîm Tukel