Sembola berxwedana li dijî qeyûm

  • rojane
  • 15:05 7 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Di protestoyên li dijî qeyûm ên li Xelfetiyê de Yûsûf Yalçinkaya ku astengdar e, her tim bi rûyê xwe yê ken di eniyên pêş de cih digire. Yalçinkaya, bûye çavkaniya moralê welatiyên li ber xwe didin. 

Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê di roja 4’emîn de berdewam dike. Şêniyên navçeyê yên her roj tên pêşiya şaredariyê, bertekên xwe nîşan didin. Her çend kesên di çalakiyan de cih digirin biguherin jî, kesek heye ku her tim li wir xuya dike, ew jî Yûsûf Yalçinkaya ye. Êdî hemû çalakvan Yalçinkaya nas dikin. Yalçinkaya astengdar e û ji gundê Helbîniyê ku 5 km’an dûrî Xelfetiyê ye tê ber deriyê şaredariyê û tev li nobetê dibe. Yalçinkaya beriya her kesî tê û herî dawî ji wir diçe. 
 
Yalçinkaya, dibêje “Ez 15 salî me” lê temenê wî 25 e. Yalçinkaya, ji roja ewil a tayînkirina qeyûman heta niha her roj tev li çalakiyê dibe. Yalçinkaya ku bi enerjiya xwe her kesî dike heyranê xwe, ji ber astengiya zêhnî, nekariye biçe dibistanê. Beriya tayînkirina qeyûm, heft mehan her roj kesên dihatin şaredariyê pêşwazî dikir û gelek caran jî cerîfk digirt destê xwe û baxçeyê şaredariya jê re dibêje “mala min” paqij kir. Di berxwedana li dijî qeyûm de li eniya pêş cih digire. Carnan bi nîşaneya serkeftinê dike û carnan jî li pêşiya berîqetên polîsan govendê digerîne. Carnan jî dirûşmên berxwedanê yên ku baş nizane bibêje berz dike. Bi vê enerjiya xwe jî ji girseyê re dibe moral. Di dema dayina xwarinê de ji bo belavkirina xwarinê tişta dikeve ser milê wî dike. Carnan ji kesên ji bo xwarinê li cih digerin brîketan datîne carnan jî cîhazên deng ên mezin dibe û tîne. Her strana tê gotin ew jî dibêje û bi nîşaneya serkeftinê bertekê nîşanî polîsan dide. Dema nîşaneya serkeftinê dike jî ji polîsan re dibêje; “Ez ji we natirsim, wêneyê min bikşînin.” 
 
Di roja çaremîn a berxwedanê de jî Yalçinkaya bi rûyê xwe yê biken pêşengtiyê dike. Yalçinkaya, dibêje ku heta qeyûm diçe ew ê li ber xwe bidin û her kes vexwend berxwedanê.
 
MA / Emrûllah Acar