Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 15:33 7 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Berxwedana li Êlihê di roja 4’an de didome û li bajar ji 3 baskan ve meş hate lidarxistin. Welatiyan gotin ku dê heta dawiyê xwedî li şaredariya xwe derkevin.

Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê di roja 4’emîn de didome. Welatiyên li taxên Cûdî û Petrolkentê û pêşiya Gok Taksî ya li ser Cadeya Seyîd Bîlal hatin gel hev, ber bi Cadeya Gulistanê ve meş li dar xistin. 
 
Girseya li Taxa Petrolkentê hate gel hev, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana gelê kurd", "Bi berxwedanê ber bi serkeftinê ve” û “Êlih nerazê li şaredariyê diz heye” ber bi Cadeya Gulistanê ve meşiya. Di dema meşê de welatiyan derdorê jî bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan piştgirî dan. Bi tevlibûna welatiyan girse her ku çû mezintir bû. 
 
QEYÛM BI NIFIRAN ŞERMEZAR KIRIN
 
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî û parlamenter Mahmût Tanal jî tevî girseya li Taxa Cûdî meşiyan. Girse heta Cadeya Basinê bi çepik û tililiyan meşiya. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan. Jinan, bi nifiran qeyûm şermezar kirin. 
 
Di tevahiya meşê de girseyê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", " Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, "Hezar silav ji Îmraliyê re”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan”, "Dizek, xespkar AKP”, “Cîhaneke bêyî Rêbertiyê em ê bi serê we de hilweşînin” û “Em ê bi berxwedan bi ser kevin” berz kirin. Piraniya girseyê ciwan bûn û ciwanan dirûşma “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Ciwanan, konteynirên li ser rêyê jî şewitandin û qeyûm protesto kirin. 
 
‘BIJÎ AZADÎ’
 
Girseya ku li pêşiya Gok Taksiyê kom bû û heta Parka Zînê meşiya jî ji bo daxuyaniyê bang li gel kir. Girseyê xwest ku gel xwedî li şaredariya xwe derkeve. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Bimre koletî, bijî azadî" hatin berzkirin. Di dema meşê de welatiyên di wesayîtên xwe de jî bi qorneyê û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li Xaçerêya Basinê axivî û welatiyên tev li meşê bûne silav kir. Boz, wiha domand: “Îktîdara AKP-MHP’ê kengî bitengije, êrişî gelê kurd dike. Êrişî şaredariyên gelê kurd dike. Li dijî gelê kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û tecrîdê dixe meriyetê. Bi tayînkirina qeyûman vîna gelê kurd tune dihesibînin. Ew navên xwe bi talan, dizî û zilmê didin nasîn, gelê kurd jî bi demokrasî û têkoşînê.” 
 
‘BERXWEDANA ME DÊ BIDOME’
 
Jineke çalakvan jî di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Şaredarî şaredariya gel e. Çima şaredariyeke bi îradeya gel hatiye standin çima di dizin? Bila biçin şaredariyên xwe. Bi roja ye em li ber xwe didin û dê her li ber xwe bidin. Gelek ciwanên me bi lêdanê hatin binçavkirin. Em jî dibêjin ku; heta ku hemû ciwanên me yên binçavkirî tên berdan û şaredariya xwe distînin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Berxwedana gel didome.